Owen Chamberlain (jdb. 10ê tîrmeha 1920an li San Francisco; m. 28ê sibata 2006an li Berkeley) fîzîknasekî DYAyî bû. Sala 1959î bi tevî Emilio Segré, Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Owen Chamberlain
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Lawê radyolog ê W. Edward Chamberlain bû. Piştî bidawîkîrina kolêjek di sala 1941î de, dest bi perwerdeya fîzîkê li zanîngeha Californiayê dike.

Beriya ku bi Emilio Segrè re dest bo projekta Manhattan bike, peywirdariya xwe ya leşkeriyê bi cih tîne. Alîkariyeke mezin ji Enrico Fermi dibîne. Sala 1949î dibe doktorê fîzîkê û doktoraya xwe jî bi angaşta li ser rewşa neutronên qels di herikbaran de dide.

Li heman zanîngehê sala 1958î dibe profesor. Sala 1959î bo demekê li Harvardê dixebite. Sê caran evînmarî bûye (zewiciye). Sê keç û lawekî wî çêbûne.

Xebat û girîngî biguhêre

Dema di projekta Manhattan de dixebitî, li ser fîzîka dendîkî lêkolîn dikir. Dîsa lêkolîn li ser efekta polarîzasyonê, antîproton, proton, T-Sîmetrî li cem elektron-protonan hwd lêkolîn kiriye. Keşfa antîprotonan kiriye.