Ottawa
Ottawa, paytexta Kanadayê ye ku bajar li beşa başûrê parêzgeha Ontario, li xala tevêhevbûna Çemê Ottawayê û Çemê Rîdawê hatiye avakirin. Ottawa tixûbê Gatineau, Quebec û bingeha qada metropolî ya Ottawa-Gatineau (CMA) û herêma paytexta neteweyî (NCR) pêk tîne.[1] Li gorî daneyên sala 2021an nifûsa bajarî ya Ottawayê 1.017.449 kes e û nifûsa metropolî 1.488.307 kes e ku bajar bi vê nifûsê dibe çaremîn bajarê herî mezin ê Kanadayê û dibe çaremîn devera metropolî ya herî mezin ê li Kanadayê.
Ottawa | |
---|---|
| |
City of Ottawa ![]() | |
![]() | |
Ottawa li ser nexşeyê![]() | |
Koordînat: 45°25'29"Bk, 75°41'42"Ra | |
Parzemîn | Amerîkaya Bakur ![]() |
Dûgel | ![]() |
Beşa îdarî |
|
Paytexta |
|
Dema avabûnê | 1850 ![]() |
Rêvebir | |
• Şaredar | Mark Sutcliffe (Jim Watson, 2022–) ![]() |
Rûerd | |
• Giştî | |
• Bilindahî | 70 ±1 m ![]() |
Gelhe | 1.017.449 (2021) ![]() |
Koda telefonê | 613 |
Malper | www![]() |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Ottawa navenda siyasî ya Kanadayê û navenda hikûmeta federal e. Li bajêr gelek balyozxaneyên biyanî, avahîyên sereke, rêxistin û saziyên hikûmeta Kanadayê ku di nav de Parlamentoya Kanadayê, Dadgeha Bilind, rûniştina cîgirê Kanadayê û Ofîsa Serokwezîrê Kanadayê heye.[2]
Di 1826an de bajêr bi navê Bytown hatiye damezrandin û wekî Ottawa di 1855an de hate saz kirin ku sinorên bajêr yên orîjînal bi gelek pêvekan ve hatine berfireh kirin û di dawiyê de di sala 2001an de jî ji bo berfireh kirina bajêr û bi zêdekirina bajarokekî sinorên bajêr carek din ji nû ve dîsa hatiye guhertin.[3] Hikûmeta şaredariyê ya Ottawa ji hêla Qanûna Bajarê Ottawa ya Hikûmeta Ontario ve hatiye damezrandin û tê birêvebirin. Li bajêr 24 herêman meclîsên şaredariyê ya hilbijartî û li seranserê bajêr bi tenê şaredarek hilbijartî heye.
Ottawa xwedan nifûsa herî xwendî ye ku li bajêr gelek zanîngeh, saziyên lêkolînê û saziyên çandî hene ku di nav wan de Zanîngeha Ottawayê, Zanîngeha Carletonê, Koleja Algonquinê, Navenda Hunerê ya Neteweyî, Galeriya Neteweyî ya Kanadayê hene.[4] Ottawa yek ji bajarên herî zêde yê Kanadayê ye serdana bajêr hatiye kirin ku di sala 2018an de zêdetirî 11 milyon kes serlêdana bajêr kirine.[5]
Çavkanî Biguhêre
- ↑ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 11 tebax 2011. Roja wergirtinê: 5 tîrmeh 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link) - ↑ "Ottawa as the Seat of Government - The Physical and Administrative Setting - House of Commons Procedure and Practice, Third edition, 2017 - ProceduralInfo - House of Commons of Canada". www.ourcommons.ca. Roja wergirtinê: 5 tîrmeh 2023.
- ↑ "A Brief History of Bytown - Run Ottawa". web.archive.org. 2 gulan 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 2 gulan 2021. Roja wergirtinê: 5 tîrmeh 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link) - ↑ "Ottawa's seven national museums | Ottawa Tourism". web.archive.org. 2 gulan 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 2 gulan 2021. Roja wergirtinê: 5 tîrmeh 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link) - ↑ "CityNews". ottawa.citynews.ca. Roja wergirtinê: 5 tîrmeh 2023.
Girêdanên derve Biguhêre
Ev gotara li ser bajarekî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |