Otonomiya federal a neteweyî ya çandî ya kurdên Federasyona Rûsyayê
Otonomiya federal a neteweyî ya çandî ya kurdên Federasyona Rûsyayê, OFNÇ (bi rûsî: Федеральная национально-культурная автономия курдов Российской Федерации, Federalnaya natsîonalno-kulturnaya avtonomiya kurdov Rossiyskoy federatsî) saziya civakî ya tevrûsyayî ye û kurdên li Rûsyayê hildigire nav xwe. Kongreya avaker a OFNÇyê di 28ê nîsana sala 2000î de li Moskowê pêk hat.
Serokê îroyîn Ferhat Patiyev e.
Armanc û hedef
biguhêreArmanc û hedefên Otonomiya federal a neteweyî ya çandî ya kurdên Federasyona Rûsyayê di rêziknameya saziyê de hatine diyarkirin. Armanc û hedef, ev in:
- Vejiyandin, parastin û pêşxistina çanda gelê kurd, zimanê wî, lêkolînkirina dîroka wî;
- Parastina urf û edetên gelê kurd;
- Avakirina mercan ji bo parastin, lêkolînkirin û belavkirina zimanê kurdî di nav kurdên Rûsyayê de;
- Pêşxistina hevkarî û têkiliyan bi saziyê netewên din ên li Rûsyayê;
- Parastina maf û berjewendiyên zagonî yên endamên OFNÇ kurdên FR'ê di saziyên dewletê de di çarçoveya zagonên Rûsyayê de;
- Pêşxistina têkiliyan bi civak û komelên kurdan ên li hundur û derveyî welêt.
Xebata li herêmên Rûsyayê
biguhêreOtonomiya federal a neteweyî ya çandî ya kurdên Federasyona Rûsyayê xebatên xwe li herêmên Yaroslavil, Moskowa, Îvanovo, Nîjniy Novgorod, Tambov, Saratov, Krasnodar, Stavropol û bajarê Moskowê, herwiha li Komara Adige dimeşîne. Otonomiya federal a neteweyî ya çandî ya kurdên Federasyona Rûsyayê xwedî dibistanên yekşem e, perwerdeyên çand, huner û ziman ji bo zarok û ciwanên kurd dide. Rojên dîrokî û cejnên netewî pîroz dike. Rojname diweşîne û xwedî malpera web e.
Serokên Otonomiya federal a neteweyî ya çandî ya kurdên Federasyona Rûsyayê
biguhêreOtonomiya federal a neteweyî çandî ya kurdên Federasyona Rûsyayê ji hêla Serokê Konseyê ve tê rêvebirin. Serokê Konseyê di Kongreya wê ji bo du salan tê hilbijartin.
Numre | Serok | Destpêka peywirê | Dawiya peywirê |
---|---|---|---|
1 | Şerefê Eşîrî (Аширян Шараф Чарказович, Ashiryan Sharaf Charkazovich) |
2000 | 2002 |
2 | Ezîzê Cewo Mamoyî (Мамоян Азиз Джавоевич, Mamoyan Aziz Dzhavoevich) |
2002 | 2004 |
3 | Teymûr Şevêşov (Шавешов Теймураз Георгиевич, Shaveshov Teymuraz Georgievich) |
2004 | 2010 |
4 | Ferhat Patiyev (Патиев Фархат Абдурахманович, Patiev Farkhat Abdurakhmanovich) |
2010 | Li ser peywir e |
Çavkanî
biguhêre
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |