Omar García Harfuch

polîs û karmendek giştî yê meksîkî


Omar Hamid García Harfuch (Cuernavaca, Morelos, 25ê sibatê, 1982) polîs û karmendek giştî yê meksîkî ye. Ji 4ê çiriya pêşîn a 2019-an ve, wî wezîfeya Sekreterê Ewlehiya Hemwelatî ya Meksîkoyê girtiye.[1]

Omar García Harfuch
Sekreterê Ewlehiya Hemwelatiyan ya Meksîkoyê
Niha wezîfedar e
Dest bi kar kir
Ji 4ê çiriya pêşîn a 2019-an ve
SerokClaudia Sheinbaum
BerêJesús Orta Martínez
Serokê Ajansa Lêkolîna Sûcan ya Meksîkayê
Wezîfedarî
Ji 9ê çiriya paşîn ya 2016an heya 30ê çiriya paşîn ya 2018an
SerokEnrique Peña Nieto
BerêTomás Zerón de Lucio
Jiyan
Jidayikbûn25ê sibata 1982an (42 salî)
Cuernavaca, Morelos, Meksîk
NeteweMeksîkî
ZarokJavier García Paniagua
María Sorté
PerwerdeUniversidad Continental de Ciencias e Ingeniería (Eboqatî)
Universidad del Valle de México (Lîsansa Ewheliha Welatiyan)
PîşePolîsê payebilind û memûrê dewletê
biguhêreBelge

Omar García Harfuch ku ji aliyê hikûmeta vê gavê ve wek "memûrê polîs yê herî baş" tê qebûlkirin, ji xeynî birêvebirina lêpirsînên dawîn ên wek doza Artz Pedregal, kujerê Norberto Ronquillo-yê, û rêze-tecawizan, gelek derban li strukturên sûcî yên ku bazirganiya tilyakan dikin daye.[2] Çendîn çavkanî diyar dikin ku García Harfuch jî wekî bavê xwe Javier García Paniagua dixwaze saziyeke polîsan yê wek Îdareya Ewlehiyê ya Federal (Federal Security Direction - DFS) bi rê ve bibe.

Jiyana wî biguhêre

García Harfuch li Cuernavaca, Morelos-ê di 25ê sibatê ya 1982an de ji dayîk bûye. Bi emrê xwe yê 37 salî, ew fermanberê operasyonî yê herî ciwan e bi tayîna xwe ya li saziyên federal, bi ser posta xwe ya niha ya li bajara Meksîkoyê. Berî sê mehan ew tevlî kabîneya Claudia Sheinbaum bûbû, piştî ku Bernardo Gómez del Campo ji Daîreya Lêpirsînê veqetiyabû ku parçeyekî Ofîsa Serdozgeriyê ya herêmî bû. Tenê di çend mehên xwe yên birêvebirina Daîreya Lêpirsînê de çendîn kesan binçav kiriye, yên wek di 20ê hezîranê ya 2019an, ku keşe Francisco Javier binçav kiribû, ji ber kuştina xwendekarê bi navê Leonardo Avendaño.

Di 18ê tîrmeha 2019an de tîma wî ya lêpirsînê çar kesên ku dihate îddiakirin bi revandin û kuştina Norberto Ronquillo-yê ve eleqedar in girtin.

García Harfuch tevlî polîsa federal bû di 1ê îlona 2008an de, wekî serokê daîreya Koordînasyona Îstîhbaratê ji bo Pêşîlêgirtina Sûcan, beşa jendirmeyan.

Di 2016an de ew bû serokê Beşa Lêpirsînê ya Polîsê Federal û Ajansa Lêpirsînên Krîmînal ya Ofîsa Serdozgeriya Meksîkoyê bi rê ve bir heya 31ê adarê ya 2019an. Wê gavê girtina Dámaso López Núñez-ê, serokê kartela Sinaloa-yê koordîne kir, di 2ê adara 2017an de, li derdora Anzureyê.

Ji xeynî van ew li pişt girtina Pedro Ramírez Pérez'ê jî bû, ku wek “El Jamón” jî tê zanîn, endamekî Kartela La Unión Tepitoyê, û Jorge Flores Conha jî girtiye (wek “El Tortas” jî tê zanîn), ji Kartela La Fuerza Anti Unión.

Êrîşa bi ser wî de biguhêre

Di 26ê hezîrana 2020an de yekî çekdar hewl da ku Omar García Harfuchê bikuje. Di encama wê êrîşê de 3 serbaz mirin, bi sê guleyan birîndar bû. Êrîş di serê sibehê saet 6:30an de, li cadeya mezin ya Meksîkoyê yê bi navê Paseo de la Reforma ku li qadeke bi dîwaran ve dorpêçkirî û xaniyên mezin lê hene pêk hatiye.

Li pey êrîşê piştî çend saetan García Harfuch li ser hesabê xwe ya Twitterê nivîsiye ku berpirsê vê êrîşê yek kartelên mezintirîn yê Meksîkoyê kartela bi navê Nesla Nû ya Jaslicoyê ye, wek akronîma spanî jî tê zanin.[3]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Mexico City police chief Omar García Harfuch injured in assassination attempt, blames CJNG cartel". El Universal (bi îngilîzî). 5 tîrmeh 2020. Ji orîjînalê di 1 îlon 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 1 îlon 2020.
  2. ^ "Mexico City police chief Omar García Harfuch injured in assassination attempt, blames CJNG cartel". El Universal.com (bi îngilîzî). 5 tîrmeh 2020. Ji orîjînalê di 1 îlon 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 13 îlon 2020.
  3. ^ Sieff, Kevin (26 hezîran 2020). "Mexico City's top security official injured in apparent assassination attempt". Washington Post (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 13 îlon 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 13 îlon 2020.