Di fîzîkê da, nokleon navê komê yê du baryonan e: notron û proton. Ev herdu ji pêkhateyên navok a atomê ne û heta salên 1960an wekî keriyên hîmanî dihatin hesibandin. Wî çaxî karlêkkirinên wan (ko niha dibêjinê karlêkkirinên navnokleonî) wekî karlêkkirinên bihêz dihatin hesibandin. Niha ew wekî keriyên pêkhatî dihên dîtin ko ji kuarkan û gluonan pêkhatine.