Nihat Özdal helbestvanekî bi zimanê tirkî ye ku di sala 1984an de li Xelfetiya Rihayê ji dayik bû.

Özdalê ku mamoste ye, ji bilî mamostetiyê rêveberiya projeyan kir û perwerdehiya spor û xwezayê da. Niha wek kuratorê muzeyan û li dibistana xwe jî antremantiya surfê dike.

Di beşa helbestên dîtinî ya Tirkiyeyê de cihekî sereke digire[çavkanî hewce ye]. Pêşangehên wî yên enstalasyonê li Tirkiye û bajarên derveyî welêt çêbûn. Di pêşangehên xwe de wî rêmanên dem û hêviyê lêdipirse. Helbestên wî ji sala 2002an û pê ve di kovarên li hundirî û derveyî welêt de têne weşandin. Pirtûka wî Google'den Önce (Berî Google) ya ku di sala 2010an de hate weşandin di sala 2008an de li Xelatên Helbestên Ciwan yên Memet Fuat û di sala 2011an de jî li Xelatên Helbestan yên Homeros rastî ecibandinê hatin.

Di îlona 2012an de pirtûka wî Kanat İzleri (Şopên Baskan) hat weşandin. Xebatê xwe yê derbarê mîmarî di pirtûka wî ya bi navê Kuş Penceleri (Pencereyên Çûkan) de, helbestên xwe yên dawî jî di pirtûka xwe Düğmeler (Bişkoj) de wê cihê xwe bigirin.

Pirtûkên wî hatine wergerandin bo zimanên kurdî, suryanî, erebî, rûsî, makedonî, tatarî, xirvatî, sirbî, bûlxarî, boşnakî, ûkraynî û ozbekî.

Nihat Özdal di helbestên xwe de elementên xweza bi lêgeranên eksperîmantel dike mijar. Özdalê ku li hundirê û derveyî welêk wek "helbestvanê çûk û çeman" tê nasîn, dahatên pirtûkên xwe, him li welatê xwe him jî li li welatên din, bexşî rêxistin û xebatên xwezayê dike. 

Pirtûkên wî biguhêre

  • Google’den Önce (Berî Google, 2010 Hayal Yyaınları)
  • Kanat İzleri (Şopên Baskan, 2012 Hayal Yayınları)

Çavkanî biguhêre