Nicholas Sparks

Nicholas Charles Sparks (jdb 31ê kanûna pêşîn 1965an) romannivîs, senaryonivîs û xêrxwazekî amerîkî ye. Wî bîst û sê roman û du kitêbên ne-xeyalî belav kirine, hindek ji wan bûne firotîtirîn kitêbên The New York Times, ji 115 milyon kopiyan zêdetir bi zêdetirî 50 zimanan li seranserê cîhanê hatine firotin.

Nicholas Sparks
Nicholas-Sparks-Autograph-1-4-06.jpg
Nîkolasê Sparks li meha kanûna paşîn a li sala 2006an
Navê rastî
Nicholas Sparks
Jidayikbûn31ê kanûna pêşîn a 1965an (57 salî)
Omaha, Nebraska, United States
PîşeRomannivîs, Sînaryonivîs û Xêrxwaz
biguhêreBelge

Yazdeh romanên wî bûne film, wekî Hilbijartî, Dirêjtirîn Rêvingî, Baştirînê Min, Behişta Parastî (li dû hemî xebata wî wekî berhemîner), Ê Bextewer, Name di Bitlekî da, Meşiyanek ji bo Bîranînê, Şevên Rodantê, Conê Xweşevî, Stirana Dawiyê û Defterê.

Nicholas li Karolînaya Bakurî dijî ku wî li wê derê pişkdarî di çend çalakiyekên xêrxwaziyê yên navxweyî û neteweyî da kiriye. Wî her wisa ew dever wekî cihê qewimînên romanên xwe jî bi kar aniye. di sala 2011ê de wî Dezgeha Nicholas Sparks vekir, ku rêkxistineke qazancnexwaz a pabend e ji bo pêşxistina fehimandina çandî û navneteweyî bi rêya serborên cîhanî yên perwerandinê ji bo hemî qonaxên xwandinê.