Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê

Trawma (trauma)

biguhêre

Trawma (trauma) rûdaneke dijwar e ku bandoreke kûr û zûr li ser derûnî û laşê mirov dike. Ev dikare ji gelek çavkaniyan çêbibe, wek mînak şer, tundî, qeza, felaketên xwezayî, an jî îstismar. Piştî trawmayê, bi gelek kesan re dikare pirsgirêkên derûnî peyda bibin ku bi awayekî dijwar bandorê li jiyana wan bike.[1]

Çavkaniyên trawmayê (sources of trauma) dikarin pir cûrbecûr bin:

1. Tundî (violence): Mîna êrîşên fîzîkî, tecawiz, an tundiya malê.

2. Qeza (accidents): Wek qezayên trafîkê yan jî qezayên kar ên giran.

3. Felaketên xwezayî (natural disasters): Mîna erdhej, lehî, yan agirketinên daristanan.

4. Şer (war): Serpêhatiyên şer û pevçûnên çekdarî.

5. Windakirina nişkav a hezkiriyekî (sudden loss of a loved one): Mirina nişkav a endamekî malbatê yan dostekî nêzîk.

6. Nexweşiyên giran (serious illnesses): Teşxîsa nexweşiyeke xeternak an serpêhatiyên bijîşkî yên trawmatîk.

7. Îstismara zarokan (child abuse): Îstismara fîzîkî, derûnî an cinsî ya di zaroktiyê de.

8. Serêşandina domdar (persistent bullying): Serêşandin û îstismara derûnî ya berdewam, bi taybetî di zaroktiyê de.

Kesên ku trawmayê dijîn dikarin gelek nîşaneyan nîşan bidin:

- Bîranînên bêhemdî (intrusive memories)

- Xewnên nexweş (nightmares)

- Reaksiyonên tirsê yên zêde (heightened fear responses)

- Dûrketina ji rewşên ku trawmayê tînin bîra mirov (avoidance of trauma reminders)

- Guherînên neyînî di raman û hestan de (negative changes in thoughts and mood)

- Zehmetiyên xewê (sleep difficulties)

- Pirsgirêkên konsantrasyonê (concentration problems)

Girîng e ku were zanîn ku her kes bi awayekî cuda bersivê dide trawmayê. Hin kes dikarin piştî demekê ji vê rewşê derbas bibin, lê hin kes dikarin pirsgirêkên dirêjheyam ên wekî Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê - NSPT (Post-Traumatic Stress Disorder - PTSD) peyda bikin.

Tedawiya trawmayê (trauma treatment) dikare bi gelek awayan pêk were, wek mînak:

- Terapiya reftarî ya venasînî (cognitive-behavioral therapy)

- Nehestiyarî û Veşiyaniya bi Tevgera Çavan - NVTÇ  (EMDR - Eye Movement Desensitization and Reprocessing)

- Derman (medication), bi taybetî ji bo kêmkirina nîşaneyên wek xemgînî û anksiyetê

Derûntrawmazanistî (Psychotraumatology) qada lêkolînê ye ku li ser bandora trawmayê ya li ser derûniya mirov hûr dibe. Ev zanist li ser çawaniya pêşgirtin û tedawiya pirsgirêkên derûnî yên ji ber trawmayê çêdibin disekine. Lêkolîner di vê qadê de hewl didin ku fêhm bikin ka çima hin kes piştî trawmayê nexweşiyên derûnî peyda dikin, lê hin kesên din dikarin bêyî pirsgirêkên mezin ji vê rewşê derbas bibin.

Yek ji nexweşiyên herî naskirî yên têkildarî trawmayê Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê – NSPT (Post-traumatic Stress Disorder - PTSD) ye. Ev rewş bi nîşaneyên wekî bîranînên bêhemdî yên rûdana trawmatîk, xewnên nexweş, hestên tirsê û xemgîniyê, û dûrketina ji rewş an tiştên ku rûdana trawmatîk tînin bîra mirov tê nasîn.

Trawmaya Yekemane (Primary Trauma) tê wateya trawmaya ku mirov rasterast dijî. Ev dikare rûdanek be ku mirov bi xwe dîtiye an jiyaye. Li aliyê din, trawmaya duyemane (Secondary trauma) dikare ji ber têkiliya bi kesên ku trawma jiyane çêbibe. Ev rewş dikare di nav pisporên tenduristiya derûnî, xebatkarên civakî, an jî endamên malbata kesên trawmatîze de were dîtin.

Trawmaya Tevlihev / Aloz (Complex Trauma) cureyeke trawmayê ye ku ji ber serpêhatiyên trawmatîk ên berdewam û dubare çêdibe. Ev dikare bandoreke kûr li ser kesayetî û pêwendiyên civakî bike. Mînak, zarokên ku di nav malbatên bi pirsgirêk de mezin dibin dikarin vê cure trawmayê bijîn.

Bêpergaliya Kesayetiya Piştî Trawmayê (Posttraumatic Personality Disorder) rewşek e ku tê de kesayetiya mirov piştî trawmayê bi awayekî berbiçav diguhere. Ev dikare bibe sedema guherînên mezin di helwest, hest û tevgerên kesê de.

Kesayetiya Berî Trawmayê (Pretraumatic Personality) têgihek e ku bal dikişîne ser taybetmendiyên kesayetiyê yên berî trawmayê. Ev dikare alîkar be di fêmkirina ka çima hin kes li hemberî trawmayê bêhtir xwedî berxwedanê ne, lê hin kes hesas in.

Bengîtiya Trawmatîk (Traumatic Bonding) têkiliyeke psîkolojîk e ku di navbera kesekî tundiyê dike û qurbaniya wî/wê de çêdibe. Di vê rewşê de, qurbanî hesteke girêdanê bi kesê ku tundiyê dike re peyda dike, tevî ku ew tundiyê dijî.

Trawmatîkbûna Savayî (Traumatic Infantilism) rewşek e ku tê de kes ji ber trawmayê vedigere tevger û helwestên zaroktiyê. Ev dikare wek mekanîzmayeke parastinê were dîtin.

Trawmaya Bijartî (Selected Trauma) têgihek e ku di psîkolojiya civakî de tê bikaranîn. Ev behsa rûdanên dîrokî yên trawmatîk dike ku bandoreke mezin li ser nasnameya komek an civakekê dikin.

Tunebûna Pergala Piştgiriyê (No Support System) rewşek e ku tê de kesê trawmatîze bê alîkarî û piştgiriya kesên din dimîne. Ev dikare pêvajoya başbûnê gelekî zehmet bike.

Ji bo tedawiya kesên ku trawma jiyane, çend rêbazên cuda hene:

1. Nehestiyarî û Veşiyaniya bi Tevgera Çavan - NVTÇ (Eye Movement Desensitization and Reprocessing - EMDR): Ev rêbaz alîkariya mirovan dike ku bîranînên trawmatîk bi awayekî nû şîrove û veşiyan bikin. Di vê terapiyê de, mirov li tevgerên çavan ên bi rêk û pêk temaşe dike dema ku rûdana trawmatîk tîne bîra xwe.

2. Terapiya Reftarî ya Venasînî  - Zîqbûna ji bo Trawmayê – TRV – ZT (Trauma-Focused Cognitive Behavioral Therapy - TF-CBT): Ev tedawî li ser guherandina ramanên neyînî û tevgerên têkildarî trawmayê disekine. Armanca wê ew e ku alîkariya mirovan bike ku bi awayekî erênîtir li rûdanên trawmatîk binêrin û bi wan re serî derxin.

3. Terapiya Duçarhiştinê ya Domdar (Prolonged Exposure Therapy): Ev rêbaz alîkariya mirovan dike ku hêdî hêdî bi tiştên ku ji ber trawmayê jê direvin re rû bi rû bibin. Bi vî awayî, hêdî hêdî hestiyariya wan a li hemberî van tiştan kêm dibe.

4. Terapiya Qebûlkirin û Lixwegirtinê - TQL (Acceptance and Commitment Therapy - ACT): Ev terapî / tedawî li ser qebûlkirina hestên zehmet û pêşvebirina jiyaneke bi wate disekine. Ev rêbaz hîn dike ku mirov çawa dikare bi hestên zehmet re bijî û di heman demê de jiyaneke li gorî nirxên xwe bidomîne.

Girîng e ku mirov li gorî rewşa xwe ya taybet û bi şêwirmendiya pisporên tenduristiya derûnî biryar bide ka kîjan cure tedawî dê herî baş be. Her wiha, hebûna pergala piştgiriyê (support system) ji bo başbûnê gelekî girîng e. Ev dikare malbat, heval, komên piştgiriyê an jî pisporên saxlemiya derûnî bin.

Di dawiyê de, divê were zanîn ku her çiqas trawma dikare bandoreke mezin li ser jiyana mirovan bike jî, bi alîkariya guncaw û xebata kesane, gelek kes dikarin ji vê rewşê derbas bibin û jiyaneke baş û bi wate bidomînin. Lêkolînên di warê derûntrawmazanistiyê de didomin û her ku diçe em bêtir fêm dikin ka çawa em dikarin alîkariya kesên ku trawma jiyane bikin.

FERHENGOK

1. Bengîtiya Trawmatîk (Traumatic Bonding):

Ev têgih behsa girêdaneke derûnî ya nedixwazî di navbera qurbanî û kesê ku tundiyê dike de dike. Ev rewş bi taybetî di têkiliyên bi tundî de tê dîtin. Qurbanî, tevî ku tundiyê dibîne, hesteke girêdanê bi kesê ku tundiyê dike re pêş dixe. Ev dikare bibe sedema ku qurbanî di têkiliya bi tundî de bimîne û nikaribe jê derkeve.

2. Bêpergaliya Kesayetiya Piştî Trawmayê (Posttraumatic Personality Disorder):

Ev nexweşî piştî trawmayeke giran çêdibe û tê de guherînên berbiçav di kesayetiya mirov de çêdibin. Kesên bi vê nexweşiyê dikarin bêbawerî, hestên valahibûnê, zehmetiyên di têkiliyan de û pirsgirêkên di rêvebirina hestan de bijîn. Ev guherîn dikarin demeke dirêj bidomin û bandoreke mezin li ser jiyana rojane bikin.

3. Derûntrawmazanistî (Psychotraumatology):

Ev qada zanistî ye ku lêkolînê li ser bandora trawmayê ya li ser derûniya mirov dike. Ev zanist hemû aliyên trawmayê, ji çêbûna wê heta encamên wê û rêbazên tedawiyê, lêkolîn dike. Armanca vê zanistê ew e ku fêm bike ka çima û çawa trawma bandorê li ser mirovan dike û çawa mirov dikarin ji vê rewşê derbas bibin.

4. Kesayetiya Berî Trawmayê (Pretraumatic Personality):

Ev têgih behsa taybetmendiyên kesayetiyê yên berî ku trawma çêbibe dike. Ev dikare alîkar be di fêmkirina ka çima hin kes li hemberî trawmayê bêhtir xwedî berxwedanê ne, lê hin kes hesas in. Lêkolîn nîşan didin ku hin taybetmendiyên kesayetiyê dikarin mirov li hemberî bandora neyînî ya trawmayê biparêzin an jî wan hesas bikin.

5. Nexweşiya Stresê Ya Piştî Trawmayê -NSPT (Post-Traumatic Stress Disorder - PTSD):

Ev nexweşiyeke derûnî ye ku piştî trawmayeke giran çêdibe. Nîşaneyên vê nexweşiyê dikarin bîranînên bêhemdî yên rûdana trawmatîk, xewnên nexweş, hestên tirsê û xemgîniyê, û dûrketina ji rewş an tiştên ku rûdana trawmatîk tînin bîra mirov bin. NSPT dikare bandoreke mezin li ser jiyana rojane ya kesê bike.

6. Trawma Yekemane (Primary Trauma):

Ev cure trawma behsa serpêhatiyên trawmatîk ên ku mirov rasterast dijî dike. Mînak, kesek ku di qezayeke trafîkê de birîndar dibe an jî şahidiya rûdaneke tundiyê dike dikare trawmaya yekemane bijî. Ev cure trawma rasterast ji serpêhatiya kesî çêdibe.

7. Trawmatîkbûna Savayî (Traumatic İnfantilism):

Ev rewşek e ku tê de kes ji ber trawmayê vedigere tevger û helwestên zaroktiyê. Ev dikare wek mekanîzmayeke parastinê were dîtin, lê dikare bibe asteng ji bo pêşketina normal a kesî. Kesên ku vê rewşê dijîn dikarin zehmetiyê di girtina berpirsiyariyên mezin de bikişînin û hewceyî alîkariya berdewam bin.

8. Trawmaya Bijartî (Selected Trauma):

Ev têgih di psîkolojiya civakî de tê bikaranîn û behsa rûdanên dîrokî yên trawmatîk dike ku bandoreke mezin li ser nasnameya komek an civakekê dikin. Ev trawma dikare ji nifşekî derbasî nifşê din bibe û bandorê li ser helwest û têkiliyên civakê bike. Mînak, komkujiyên etnîkî dikarin bibin trawmayên bijartî ji bo komên etnîkî.

9. Trawmaya Duyemane (Secondary Trauma):

Ev cure trawma ne ji serpêhatiya rasterast, lê ji têkiliya bi kesên ku trawma jiyane çêdibe. Pisporên tenduristiya derûnî, xebatkarên alîkariyê, an jî endamên malbata kesên trawmatîze dikarin trawmaya duyemane bijîn. Ev dikare bibe sedema nîşaneyên wekî westanbûn, xemgînî û heta NSPT.

10. Trawmaya Tevlihev / Aloz (Complex Trauma):

Ev cure trawma ji ber serpêhatiyên trawmatîk ên berdewam û dubare çêdibe. Bi taybetî di zaroktiyê de, ev dikare bibe sedema pirsgirêkên kûr û dirêj di pêşketina derûnî û civakî de. Kesên ku trawmaya tevlihev dijîn dikarin pirsgirêkên giran di rêvebirina hestan, pêwendiyan û xwe-nirxandinê de bijîn.

11. Tunebûna Pergala Piştgiriyê (No Support System):

Ev rewşek e ku tê de kesê trawmatîze bê alîkarî û piştgiriya kesên din dimîne. Pergala piştgiriyê dikare ji malbat, heval, pisporên tenduristiyê an jî komên piştgiriyê pêk were. Tunebûna vê pergalê dikare pêvajoya başbûnê gelekî zehmet bike û rîska pêşketina pirsgirêkên derûnî yên dirêjheyam zêde bike.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی: Trawma (trauma)". Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی. 14 tebax 2024. Roja gihiştinê 15 çiriya paşîn 2024.