Newasazî pergaleke derxistin û dariştina kêş an newaya helbestên kurdî ye ku ji alîyê helbestvan û zimannas Îrec Mêhrbexş ve ji bo kurdî hatiye pêşniyarkirin. Ev pergal cihê erûza erebî digire û gişt newayên kurdî bi hêsanî û bi durûveke kurdewarî pêkan dike. Ew pergal li ser bingehên zanistî û daneyî hatiye dariştin û pêşniyarkirin.

Kurdî ji bo helbestên ahengîn û newadar (erûzî) gelekî jêhatî ye. Di gel pêşîneya helbesta newadar di kurdî de pir dewlemend e lê hê jî ji bo derxistina kêş an newaya helbestan, pergala erûza erebî tê bikaranîn. Mixabin ev pergaleke ne li gor kurdî ye û hem jî ji bo kurdî gelek dijwar û bêkêr e.

Helbestvan mecbûr dimînin bi dehan navên behr û zehafat û tefîleyan hîn bibin. Ev hemû jî di kurdî de hema bêje bêwata ne. Mînak: remel, hezec, muteqarib, mekfûf, mexbûn, mekşûf, mehzûf û hwd. (li pêvekê binêrin). Ji ber vê jî nivîserê vê gotarê biryar da ku bi şêweyeke zanistî û li ser esasê taybetmendîyên zimanê kurdî, Newasazîya helbestên kurdî bi pergaleke li gorî zimanê kurdî terxan bike. Li gor lêkolîna lêkolînerî, li ser pênc milyon û şeşsed hezar kîteyan, rêjeya kîteyên dirêj 64% û yên kurt 36% ye û ev yek herikbarîyeke taybet dide newayên wî zimanî.

Kîte biguhêre

Kîte, ji sê pişkan pêk tê: destpêk, navik û dûvik. wek, dar (d: destpêk, a: navik, r: dûvik). Navik hertim dengdêrek e. Kîte dikarin bê destpêk an bê dûvik bin lê bê navik nabin. Kîteyên bê dûvik vekirî ne û yên bidûvik jî girtî ne. Ji bo hûnandina helbestên newadar, nasîna kîteyan li gor kurt û dirêjbûna wan girîng e. Di vê pergalê de kîteyên dirêj bi hijmara “1” û yên kurt bi “0” ê tên nîşankirin.

Kîteyên kurt: (0) Ew kîteyên vekirî an bêdûvik in ên navika wan dengdêreke kurt (e, i, u) e. wek, de, ku, li, xwe û hwd. Kîteyên dirêj: (1) Ew kîteyên vekirî yên navika wan dengdêreke dirêj (a, ê, î, o, û) e herwesa gişt kîteyên girtî an bidûvik çi navika wan dengdêreke kurt be çi jî yeke dirêj. wek: ka, lo, kî, dê, çû, kar, dûr, ker, kur, kurd, bend û hwd…

Her pêlika tekûz, çar kîte ye û navê wê “çarkît” e. Ji bilî çarkîtan, pêlik dikarin yek, du an sê kîte bin û navê wan yekît, dukît û sêkît e.  

Pêlikbendî biguhêre

Ji bo bidestxistina aheng an newaya helbestan, pêşî divê avanîya kîteyî ya nîvmalikekê bi “0” û “1” were rêzkirin û piştre bi dû peydakirina pêlikên wekhev bigerin û li gor wan, rêzekîteyê pêlikbendî bikin.

Pêlikên wekhev dikarin li pey hev bin an ji hev dûr bin. Weke: (1001 101 1001 101) , (1100 111 1100 11) , (1011 1011 1011)

Bi qasî ku pêkan be, pêlikên yekkîteyî nayên çêkirin. Di rêzekîteyên ku pêlikên wekhev ên wan ne li pey hev bin: Weha çewt e: (1101 1 1101 1), Weha rast e: (110 11 110 11), Lê di yên li pey hev de weha rast e: (1011 1011 1011 1)

Bi newasazîyê de têgeha “gav”ê ji bo demekê ye ku dawîya pêlikan kurt be û rawestan di dawîya pêlikan de pêkan nebe. Îcar ji bo ku newa xera nebe, divê ew kompêlik bi hev re bên xwendin. Pêlika dawî ya gavan divê dirêj be.

Sazbendî (teqarun)

Sazbendî, wekhevîya du alî an nîvrêzên nîvmalikan e. Sazbendî di helbestê de girîng e. Du cure sazbendî di Newasazîyê de hene:

1- Sazbendîya pêlikan: Dema pêlikên du alîyê rêzikekê wekhev bin.

Weke: (1001 101 - 1001 101).

Nîveka rêzikên sazbend bi xêzikekê tê diyarkirin.

2- Sazbendîya gavan: Dema her nîvrêz ji gavekê pêk bê. Li vir êdî pêlik wekhev nebin jî, ne girîng e.

Weke: (110 01 - 010 11)

Hekî çi yek ji rewşên jor di rêzekîteyekê de, nehatin dîtin, hingî divê kîte ji serî ve çar çar bên veqetandin û kîteyên mayî bikin yekît, dukît an sêkîtek.

Navên pêlikan: Pêlikên tekûz ji çar kîteyan pêk tên. Ew jî ji du pişkên dukîteyî bi navê serpêlik di destpêkê de, û paşpêlik di dawîyê de tên çêkirin.

Serpêlik ev in:

Wata: bi avanîya 11 (wa-ta)

Newa: bi avanîya 01 (ne-wa)

Wane: bi avanîya 10 (wa-ne)

Bere: bi avanîya 00 (be-re)

Çar jî dukîtên dawîyê an paşpêlikên dukîteyî hene ku ji paşgirên -dar û -der li gel -in û -e pêk tên.

Paşpêlik ev in:

–darin: bi avanîya 11 (dar+in = da-rin)

–derin: bi avanîya 01 (der + in = de-rin)

–dare: bi avanîya 10 (dar + e = da-re)

–dere: bi avanîya 00 (der + e = de-re)

Bi van serpêlik û paşpêlikan, sercem 16 çarkît an pêlikên çarkîteyî çêdibin. Her serpêlikek tev gişt paşpêlikan, çar pêlikên çarkît pêk tîne.

çarkît

Pêlikên Sêkît: Pêlikên sêkîteyî jî ji dukîtên destpêkê û parkîtên –dar/der ji bo (1) û ne/ye ji bo (0).

sêkît

Wata: watadar/watader, watane/wataye

Newa: newadar/newader, newane/newaye

Wane: wanedar/waneder, wanene/waneye

Bere: beredar/bereder, berene/bereye

Hekî pêlika berî sêkîtê pirjimar be yanî dawîya wê –in be, hingî pêlika dawîkurt li gor wataya xwe, dê -ne bigire lê hekî yekjimar be dê –ye bigre.

Hekî di rêzepêlika bidesthatî de sê kîte man, pêlika sêkîteyî ku kîteya wê ya dawîn “1” be, li gor pêlika pêş xwe an rewanxwandinê, -der an –dar ’ê digire.

Weke:

newaderin newaderin newader

an:

newadarin newadarin newadar

Hekî di dawîya vekîtkirina nîvmalikê de du kîte man, li gor avanîya wê, yek ji dukîtên destpêkê bi kar tê, yanî wata, newa, wane û bere. Hekî yek bi tenê ma, “wa” bi kar tê.

Weke:

1011 1011 1011 1

wanedarin wanedarin wanedarin wa 

Mînak biguhêre


  • Înaye nizam û intizamê (Xanî)

1 1 0 0 1 0 1 0 1 1

1 1 0 . 01 - 0 1 0 . 1 1

wataye newa - newaye wata


  • Bi narê firqetê sohtim ji ferqê ser heta pê da (Cizîrî)

0 1 1 1 0 1 1 1 0 1 1 1 0 1 1 1

0 1 1 1 . 0 1 1 1 . 0 1 1 1 . 0 1 1 1

newadarin newadarin newadarin newadarin


  • Şah bi qesda kuştina min rim hejandin bêhesab

1 0 1 1 1 0 1 1 1 0 1 1 1 0 1

1 0 1 1 . 1 0 1 1 . 1 0 1 1 . 1 0 1

wanedarin wanedarin wanedarin wanedar


  • Hetta me leyla ku dît êdî nema min heyat (Şêx Ehmedê Feqîr)

1 1 0 1 1 0 1 - 1 1 0 1 1 0 1

1 1 0 1 . 1 0 1 - 1 1 0 1 . 1 0 1

wataderin wanedar - wataderin wanedar


  • Newaya mutrib û çengê fixan havête xerçengê (Cizîrî)

0 1 1 1 0 1 1 1 0 1 1 1 0 1 1 1

0 1 1 1 . 0 1 1 1 . 0 1 1 . 0 1 1 1

newadarin newadarin newadarin newadarin

Tişta balkêş ev e ku gişt pêlik, watadar in û wataya wan jî wesa hatiye terxankirin ku dema rêzepêlik çê dibe û newaya wê tê xwendin, bi xwendina wan pesna helbestê tê dayîn. Ji ber vê taybetîyê jî êdî pêdivî nîne ku wekî erebî, navê newayan (behran) bê gotin.

Çavkanî biguhêre

https://drive.google.com/file/d/1aaiY3M2fneTXHeY4Amih9gLVIDQRceN9/view?usp=drivesdk

http://krd.riataza.com/2018/11/03/eruza-ereban-out-newasaziya-kurdan-in/

http://candname.com/eruza-ereban-out-newasaziya-kurdan-in/