Necmî Oner (z. ? − m. 18'ê gulanê, 1982), li Çêrmikê ji malbateke dewlemend hate dinê. Hîndekariya xwe ya sereta, navîn û lîseyê li Çermîkê qedand. Hê di dema dibistanê de bû xwedî xisletên vekirîbûna ji nêrînên nû re, nîqaş, lêpirsîn û têgîhîştinê. Destpêkê bi şêweyekî sempatiyê girêdana wî ya bi DDKDyê re hebû, paşê ji axaftin û xebata kadroyên PKKê Ahmet Kurt û Huseyin Durmuş bi tesîr dibe û PKKê nas dike û di demeke kin de tevlî xebatên li Çermîkê dibe.

Necmi Öner

Bi xebatên xwe yên serkeftî yê di nava ciwanan de, di girseyîbûna têkoşînê de rolekî girîng lîst. Berî were girtin bi demeke kin, di Komîteya Amadekar de berpisyartiya Ciwanan wergirtibû. Ji ber bûyereke ku li dibistanê derdikeve, di sala 1979an de tê girtin. Bi awayekî fîîlî cîhê xwe yê di berxwedanan de her wext parast. Şeva ku 17'ê gulanê bi 18'ê gulanê ve girê dide, Şeva Çaran, li zîndana leşkerî ya Amedê, di qoxûşa 33an di çalakiya ÇARan de cîhê xwe girt.