Necîb Balayî nivîskarek kurd yê kurmancînivîs e ji Başûrê Kurdistanê.

Necîb Balayî
Jidayikbûn1962
Başûrê Kurdistanê
PîşeNivîskar
Zimanê nivîsinêKurdî
NeteweKurd
biguhêreBelge

Jiyana wî biguhêre

Necîb Balayî li sala 1962an li gundê Ure, li herêma Berwarî Bala hatiye dinyayê. Balayî xwendina destpêkî, li gundê Kanîmasî û Mayê bi dawî anîye. Piştî şkestina şorişa kurdî, li sala 1975an, bi Malbat ve li bajarêr Duhok, xwecî bûne.

Li xwendingeha Birayetî, li Duhok, xwendina xwe ya Navîn û Amadeyî bi dawî kirî ye. Li sala 1985/1986 li Zanîngeha Bexda-beşê zanyariyên Mirovayetî-Cografiya, bi dawî anî ye.

Ji sala 1981 – 1987an, li Radio ya kurdî, li Bexda wek amadekar û pêşkeşkarê bernamê Helbest û Awaz bû, dîsan Bernamê Zarokan ((werin li gel me)), amade dikir û rojnamevan Helat M. Salih pêşkeş dikir.

Ji sala, 1991- 1993an di rêveberiya ragihandina ê de li bajarê Duhok kar kirî ye. -Cêgirê Serniviserê Rojnama (Botan) bu, ya ku, li Duhokê derdichu heta sala 1993an 13 hijmar jêhatine chapkirin.

Sala 1994an bu ye Reveberê kenalê Televizion a ((Gelê Kurdistan)).

Li sala 1994an, ji egerên şerê Birakûjî, qesta Almaniya kirî ye, Mafê penaberiyê wergirtî ye.

Dema hat Almaniya, li ser çalakiyên xwe yên Edebî û Roşenbîrî, berdewam bû, bû ye endamê yekêtiya Nivîskarên kurd li dervey Welat, Endamê kargêr yê Instîtuta kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist li Berlîn, li Zanîngeha Med, ku bi riya kenalê MedTV, dersên Edebiyata kurdî ya Nûdem pêşkeş kirîn e, bu ye -Endamê PEN a kurd, li Almaniya, ya girêdayî PENa navnetewî.

Li Berlin, li Akademie für Digitale Medien www.Cimdata.de Bawernama Online Redaktur bi pileya gelek baş wergirtiye. -Beşdariya bi dehan Konferans û Festivalên, Edebî û Roşenbîrî kirî ye, li Welat û dervey Welat.

Ji sala 1997 – 2003 li Radio ya Berlin a Azad (SFB- Multi-kulti), ku niha (RBB) ye, kar kirî ye.

Ji Adara 2003an heya niha, li Radio ya Ewropa Azad (RFE/RL – Radio Free Europe/Radio Liberty) kar dike.

Li sala 1977/78an, dest bi nivîsên kurdî kirî ye, li pêşiyê hind gotarên foloklurî, helbest û kurte chîrok nivîsandîn e.

Li sala 1979an, li Festîvala helbestxwendinê ya Ciwanan, li bajarê Helebch ê, Xelata yekemîn ya helbestê wergirtî ye.

Helbest û Nivîsên wî, di piraniya Rojname û Kovarên kurdî de, hatine weşandin yên ku ji sala 1980-1990an li Bexda û kurdistanê dihatin chapkirin.

Li Ewropa jî, bi nivîsên xwe beşdarî kirî ye, di hind rojname û kovarên weke: Nûdem, Avaşîn, Hiwa, Azadiya Welat, Havîbûn, û Seko de.

Li sala 1998an yekem komela helbestên xwe, bi nave Min şev nasdikirn, berî reş bibin çap kirî ye.

Li sala 1989an, li gel Xanima Rojnamevan, Semîra Alî Mandî zewiciye, û du keçên wan, bi navê Hozan û Rûdan hene.

Ji sala 2003an…Ji ber karê radio yê, Li bajarê Prag, li kumara Chîk dijîn.Ew û xanima xwe li Radio RFE/RL kar dikin. Sala 2013 ji bo rêveberiya Radioya Rûdaw, çûye başûrê Kurdistanê, buye berpirsê Radioyê heta Gûlana sala 2014an cardin vegeriyaye bajarê prag.

Ji sala 2005an û heya niha nivisên xwe di malpera amidakurd.com di weshîne, herweha hind caran di Kovara W ya amed ê û kovara Peyiv ya ku ji alê yekêtiya Nivîskarên kurd shaxê duhok ê tê weşandin bi berhemên xwe beşdar dibe dike.

Berhem biguhêre

Bi giştî berhemên xwe yên destpêkê, ji sala 1978an heta 1988an di van kovar û rojnaman da weshandîn e ((Rojnama Hawkarî-Bexda, Kovara Beyan-Bexda, Kovara Karwan-Hewlêr, Kovara Nuserî Kurd-Bexda, Peyv-Duhok, Kovara Rojî Kurdistan-Bexda, Roshenbîrî nwê- Bexda, Al-Eqlam-Bexda, delîlê Festivala Roshenbîriya kurdî 1983…. htd))

Berhemên belavkirî ji 1991 – 2003an di van Kovar û Rojnaman da: ((Rojnama Botan – Duhok, Rojnama Serhildan – Duhok, Kovara Nûdem – Swêd, Kovara Avashîn- Berlin, Kovara Havîbûn –Zanîngeha Berlîn ya Azad, Kovara Hiwa Frankfurt-Almaniya, Peyv-Duhok ...htd herweha di gelek malperên Kurdî da niha berhemên xwe belav diket)) Niha di rojnama Evro da, Stona nivêsînê he ye bi navê ((ji prag bi dengekî bilind)) Li serdîroka Edebîyata chîkî, niha xebatên wî hene, u van nivîsan weke rêzenivîs di kovara ((Metîn)) da di weshîne,pashî weke pirtuk chap dike, Metîn Kovareka roshnebîr î gishtîye, li bashurê Kurdistanê , li Bajêrê duhok derdiche. Du dîwanên helbestan hene:

  1. Min shev nasdikirin berî resh bibin – Stokholm – Swêd 1998.
  2. Efsaneya Stranên Bindestiyê, ji weshanên Êketiya Nivîskarên Kurd, Duhok, 2006

Çavkanî biguhêre