Di nav navika xaneyên navikdirust (eukaryotî) de hin deverên plazmaya navikê tîr û tarî ye, ev deverên gogî yên bêparzûn, wekî navikok bi nav dibe(bi îngîlîzî: nucleolus). Li dora navikok parzûn tune ye û navikok ji navikê cihê nîn e. Navikok ji ADN (Asîda deoksîrîbonukleî), ARN (Asîda rîbonukleî) û proteînên di nav navikê pêk tê. Dema dabeşbûna xaneyê di despêka qonaxa înterfazê de navikok belav dibe û di qonaxa telofazê de cardin çêdibe û tê xuyakirinê.

(a) Nîgara naviki û navikokê
(b) Di bin mîkroskoba elektronî de wêneya navik û navikokê.
Navik û navikok

Navikok navend e ji bo çêkirina rîbozoman. Her rîbozomek ji du binebeşan pêk tê. Binebeşa gir û binebeşa piçûk. Van herdu binebêş jî di nav navikê de li nav navikok tên çêkirin, paşê ji kunikên(por) li ser parzûna(qalika) navikê derbasê sîtoplazmayê dibin.

Girêdanên derve

biguhêre