Zimanê navaho

(Ji Navajo hat beralîkirin)

Navaho yan jî navajo (bi zimanê navaho: Diné bizaad) zimanekî ji malbata zimanên atabaskî ye. Xelkê navaho li başûrê rojavayê DYAyê dijî, bi taybetî li Arîzona û Nû Meksîkê. Zimanên atabaskî jî bi eslê xwe zimanên Kanada û Alaskayê ne.

Navaho
Diné bizaad
Welatên lê tê axaftin  DYA
Herêm Arîzona, Nû Meksîk, Utah, Kolorado
Axiverên zimanê zikmakî 170.717 (2007)
Malbata zimanî Deneseyî
Şiklê kevn
Kodên zimanî
ISO 639-1 nv
ISO 639-2 nav
ISO 639-3 nav

Belavbûna navahoaxêvan li DYA'yê.

Lewheyên bi zimanê navaho

Rewşa zimanê navaho biguhêre

Zimanê navaho yê herî mezin ê di navbera Xwecihên Amerîkayê de ye. Di sala 2007an de hejmara navahoyan 170.717 [1] kes e. Piraniya navahoaxêvan li parêzgeha Navajo Nation dimînin, ji wan 2,9% ji xeynî zimanê xwe yê zikmakî tu zimanê din nizanin. Bajarên ku tê de hejmara herî mezin a akinciyên navaho ne ev in: Farmington (16,5%), Gallup (12%), Flagstaff (10,3%) û Albuquerque (5,4%).

Çend nimûneyên zimanê navaho biguhêre

Bi navaho Bi kurdî
Yáʼátʼééh! Rojbaş!
Haashyitʼéego kééhótʼį´? Tu çawan î?
Yáʼátʼéego kééhashtʼį´. Ez baş im.
Nishąʼ? Tu?
Yáʼátʼéehgo. Ez jî baş im.
Aooʼ Erê
Dooda Na
bááh nan
tłʼohchin pîvaz
av
chʼil gohwééh çay
gohwééh qehwe
ahéheeʼ! sipas!
Daʼ diné bizaadísh bee yáníłtiʼ? Tu bi navaho dizanî?
Daʼ kʼóódii bizaadísh bee yáníłtiʼ? Tu bi kurdî dizanî?
Áłchʼį´į´dígo bee yáshtiʼ. Ez hindik dizanim!
Ayóí ánóshʼní! Ez ji te hez dikim!
Hágoóneeʼ! Bi xatirê te!

Çavkanî biguhêre

  1. ^ census.gov 2007 American Community Survey. Accessed 2010-07-13.

Wîkîpediya bi zimanê îngilîzî (18.08.2011).