Naughty Boy (jdb. 1ê kanûnê 1985an li Watford (Îngilistan); bi navê xwe yê fermî Shahid Khan) bestekar, muzîkvan û rapvanekî brîtanî yê bi eslê pakîstanî ye.

Naughty Boy
Jidayikbûn
Shahid Khan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

1 kanûna paşîn 1985 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Watford Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîKeyaniya Yekbûyî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Naughty Boy bi gelek hunermendên bi nav û deng re kar kiriye, wek Leona Lewis, JLS, Cheryl Cole, Jennifer Hudson, Alesha Dixon û Tinie Tempah. Herwiha, di sala 2013an de wî yekemin albuma xwe ya bi navê Hotel Cabana derxist piyasê. Di vê albumê de gelek hevkariyên taybet ên bi Emely Sandé, Ed Sheeran, Gabrielle û hunermendên din hene. Ji vê albumê çend stranên wek 'Wonder' û 'La La La' hatin weşandin, yên ku ketine nava stranên herî serkeftî yên salê.

Kurtejiyan biguhêre

Khan li Zanîngeha Gildhall (Gildhall University (bi navê xwe yê nu: London Metropolitan University) dest bi xwendina 'Business and Marketing' ê kiribû, lê piştî yekemîn semestrê dev jê berda û heta demekê çend karên cuda dikir. Wek mînak, ew li şîrketa Dominos Pizza û Watford General Hospitalê kar dikir. Di wê demê de wî biryar da ku bi navê Naughty Boy (ku tê wateya 'Kurê Har') muzîka xwe binivîsê û amade bike. Khan di depoya/garajê baxceya dayik û bavê xwe ya li Charlock Wayê de muzîkên xwe yên ewil qeyd kir. Saya rewşa xwe ya abori ya ku ber bi rindiyê ve diçû, wî stranên xwe di studyoyeke li Paling, West Londonê kişand.

Bi vî rengî, wî ji Sony ATV'yê kontrateke sê salî stend û bi rêya Virgin Records (EMI Records) kontrateke kişandina albumekê bi dest xist. Albuma xwe ya ewil di tebaxa 2013an de derket piyasê û bi kilamên wek 'La La La' li cîhanê bi nav û deng bû.

Dîskografî biguhêre

Albumên wî
  • 2013: Hotel Cabana
Singles