Natacha Atlas
Natacha Atlas (z. 20'ê adara 1964 li Bruksel, Belçîka) hunermendeke belçîkî ye ku elementên erebî û afrîkî bi muzîka elektronîk ve girê dide û bi vî havî tarzeke bêhempa tîne ziman.
Natacha Atlas | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 20 adar 1964 |
Hevwelatî | Belçîka, Tûnis, Misir |
Xelat | |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Di malbata wê de kokên misirî, filistînî û înglîzî hene û ew bi xwe hemû cîhanê geriyaye, lewra cihên wek Bruksel, Yewnanistan, Misir û Înglistanê jê re bûne war. Tecrûbeyên wê yên digel çandên cuda bandorek erênî da muzîka wê. Ji bilî projeyên wê yên solo ew solîsta koma Transglobal Underground e. Wekî din, wê bi hunermendên wek Sinead O'Connor, Juno Reactor, Jean Michel Jarre, Nitin Sawhney, Peter Maffay, Peter Gabriel, Nigel Kennedy, Mick Karn, Sarah Brightman, Indigo Girls, Jah Wobble, Jaz Coleman, Yasmin Levy û Franco Battiato re hevkariyên hunerî kiriye.
Dîskografî
biguhêre- Diaspora (1995)
- Halim (1997)
- Juno Reactor · Bible of Dreams (Gesang bei God Is God, 1997)
- Gedida (1998)
- Ayeshteni (2001)
- Foretold in the Language of Dreams (2002, di projeya Marc Eagleton Project de)
- Something Dangerous (2003)
- The Best of Natacha Atlas (2005)
- Mish Maoul (2006)
- Ana Hina (2008)
- Mounqaliba (2010)
- Expressions - Live in Toulouse (2013)
Girêdanên derve
biguhêre- Malpera Natacha Atlas ya fermî Girêdana arşîvê 2011-09-25 li ser Wayback Machine
- Natacha Atlas li ser culturebase.net Girêdana arşîvê 2010-06-13 li ser Wayback Machine
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |