Nataša Pirc Musar (jdb. 9ê gulana 1968an) parêzer û nivîskarek pirtûkan a slovenî ye. Ew Komîsera berê ya Agahdariyê (20042014), rojnamevan û seroka berê ya Xaça Sor a Slovenyayê (20152016). Ew wek yekemîn seroka jin a Slovenyayê kete dîroka welêt.

Nataša Pirc Musar
Pirc Musar, sal 2022
Jidayikbûn9ê gulana 1968an
Ljubljana, SR Slovenya, SFR Yugoslavya, bi navê îro: Slovenya
EsilSloven
HevwelatîSlovenya
PerwerdeFakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Ljubljana
PîşeYekem seroka jin a Slovenyayê
Salên çalakji 22ê Kanûnê 2022an û pê de
Xebatên navdarSerokê Xaça Sor a Slovenyayê (2015-2016)
Komîserê Agahdariya Slovenyayê (2004 - 2014)
Partiya SiyasîSerbixwe
HevjînAleš Musar
biguhêreBelge

Pirc Musar herî zêde bi biryar û pirtûkên xwe yên li ser azadiya agahdarî, ramana dadrêsî, û dozên qanûnî yên payebilind tê zanîn. Wê herwiha nûneriya Melania Trump (jina Donald Trump a bi eslê sloven), partiya siyasî ya Sosyal Demokratên Slovenya, û xerîdarên din ên navdar kir.

Kurtejiyan biguhêre

Pirc Musar di sala 1992 de li Zanîngeha Ljubljana Fakulteya Hiqûqê xwend, ku Marko Ilešič çavdêrê wê bû.[1] Di sala 1997 de, ew di îmtîhana baroyê de derbas bû, û paşê ew karek li Television Slovenya girt, ku şeş salan li wir wek rojnamevan û mêvandarê bernameya nûçeyan a navendî xebitî. Piştre, pênc salan, ew pêşkêşvanê bernameya nûçeyan a navendî ya 24UR di televîzyona bazirganî POP TV de bû. Di 2001 de, ew bû seroka beşa ragihandinê ya pargîdanî li Aktiva Group, ku mêrê wê Aleš Musar lê dixebitî.

Nataša Pirc perwerdehiya zêde li ba CNN li Atlanta qedand. Paşê xwendina xwe du semester li Zanîngeha Salford a Îngilîstanê berdewam kir, di wê demê de li BBC, Granada TV, Sky News, Reuters TV û Border TV staj kir.[2] Di 2015 de wê doktoraya xwe li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Viyanayê bi teza li ser hevsengiyek adil di navbera mafên nepenîtiyê û azadiya agahdariyê de stend.[3][4]

Pirc Mûsar di havîna 2022an de bi daxuyaniyên piştgiriyê yên welatiyan bû yekemîn namzet. Ji roja ku li hember Anže Logar di 13ê çiriya paşîn a 2022an de, demjimêr 22:00 danê êvarê pêşbirk hat kirin, %90ê dengan hatin jimartin, ji wan %54 ji wê re çû. Bi vî havî di gera duyemîn a hilbijartinên serokatiyê de di çiriya paşîn a 2022 de, ew wek yekem seroka jin a Slovenyayê hate hilbijartin.[5]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "EXCLUSIVE, NATASA PIRC MUSAR: How I became Melania Trump's attorney, and we never met!". Telegraf.rs (bi sirbî). Roja gihiştinê 1 îlon 2022.
  2. ^ "Življenjepis". Nataša Pirc Musar – Kandidatka za predsednico (bi slovenî). Ji orîjînalê di 31 tebax 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 1 îlon 2022.
  3. ^ "Nataša Pirc Musar". European Institution of Public Administration (bi îngilîziya amerîkî). Ji orîjînalê di 10 tîrmeh 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 îlon 2022.
  4. ^ "dr. Nataša Pirc Musar". Privacy Days (bi slovenî). Ji orîjînalê di 1 kanûna pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 31 tebax 2022.
  5. ^ "Kdo je srčni izbranec Nataše Pirc Musar?". Metropolitan.si (bi îngilîzî). 23 hezîran 2022. Roja gihiştinê 1 îlon 2022.