Narmikan

Gundekî Erxewana Meletiyê

Narmikan an Nermikan (bi tirkî: Yazıbaşı) yek ji gundên Erxewan a Meletîyê ye.

Narmikan
Yazıbaşı
Narmikan li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Narmikan
Narmikan
Koordînat: 38°46′24″Bk 38°24′25″Rh / 38.77333°Bk 38.40694°Rh / 38.77333; 38.40694
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehMeledî
NavçeErxewan
NahiyeErxewan (navend)
Bilindahî
970 m (3180 ft)
Nifûs
 (2010)
549[1]
Koda postayê
44960
Koda telefonê(+90) 422
biguhêreBelge

Tê gotin navê xwe ji eşîr an komeşîr a bi navê Narmikan digire. Di qeydên sala 1560 ên Osmaniyan de navê gund derbasdibe. Li bingeha wê pirr kevn e, digihê beriya zayînê. Malbatên sereke yên Narmikan Kurmiyan, Derwêşan, Kaloyan, Maliyan, Qasoyan, Kinoyan, Zengoyan hwd in.

Di salên 40´î de berê bi Mezra, Madenêve, paşê bi Erebgîrê ve hatiye girêdan. Gundê herî mezin ê Erxewanê ye. Di sala 1980'î de 500 malbat lê dijiyan. Pirraniya gundiyan ji ber pêkutî, nebûna avê û xizaniyê koçberê bajarên Tirkan ên mezin dibin. Di sala 1950'î de navê Narmikan ji hêla dewleta Tirk ve tê qedexekirin û navê tirkî pêvedikin.

20 km li rojhilatê Erxewanê dikeve. 60 km ji Meletiyê û 10 km ji gola Bendava Karakaya dûr e.

Di destpêka salên 80'î de bi gelheya xwe ya zêdetirî 500 malbatî diviyabû bibaya şaredarî. Lê ji sedema hatina saziyên dûgelê (qereqol hwd), niştecihan şaredarî nepejirandin û red kirin. Niştecihên gund 100 % Kurd in. Li Stenbolê komelekê gundiyan heye û pirranî bi bazirganiyê re bilîdibin.

Gundî dibêjin bi navê Smaîl Axa mêrxasek gund ava kiriye. Beriya wê jî gund hebûye. Dibêjin xelkê gund ji êlên niha li Anatoliyaya Navîn dijîn in.

Tê îdîakirin keyê Osmanîyan Yawiz Siltan bi darê zorê xelkê herêmê kiriye Sunnî, beriya wê gel Elewî bûne. Bi rastî jî kevneşopiyên herêmê dişibin ên Dêrsimê. Lêkolîneke zanistî nehatiye kirin, bi texmînî demekê gel li vir baweriya Riya Heq (Raa Haq) a Dêrsimê hewandine.

Niştecihên gund mirovên aşitîxwaz û nûjen in. Mixabin bi koçberiyê re asîmîlasyon destpê kiriye. Asta pişavtinê (asîmîlasyonê) gelek bilind e. Zarok û ciwan li bajarên Tirkiyeyê asîmîle bûne, pirranî bi zimanê xwe nizanin.

Gelhenasî biguhêre

Sal Gelhe
2010 549
2008 574[2]
1990 ?

Mezreyên Narmikan biguhêre

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre