Nîşaneyên bîrkariyê
Ji bo ku ev gotar bi rûpelên din ên Wikipediyayê re were entegrekirin, divê zêdetir girêdan di vê gotarê de hebe.(nîsan 2024) |
Nîşaneyên bîrkariyê (bi îngilîzî: mathematical symbols) ew kurterê ne ji bo nîşaneyeke bîrkarî yan teşeyeke geometrîk an mena pîvandinê re tê bikaranîn, da ku nivîsandin hêsantir bibe, bo nimûne, nivîsandina bi peyva santîm zehmet e, lewra ew hat kurtkirin û bû cm, xişteya jêrîn nîşaneyên bîrkariyê rave dike û cudahiya wan derdixe ber çavan.
Nêşaneyên destpêkê
biguhêreEw nîşaneyên ku kesek di pir pirsgirêkên bîrkariyê de bikar tîne. Di tabloya jêrîn de nîşaneyên bingehîn tên şirvekirin:
Nîşane | Wateya wê | Bikaranîn | Mînak |
---|---|---|---|
= | Wekhev | Ew di hevkêşeyan de tê bikar anîn da ku nîşan bide ku herdu alî wekhev in | 3 + 5 = 8, 8 = 8 |
≠ | Ne wekhev | Ji bo newekheviyê tê bikar anîn | 5 + 8 ≠ 16 |
+ | Komkirin, erênî | Ew nîşaneyeke komkirinê ye û her wiha wekî nîşaneya hejmarên erênî tê bikar anîn | 8 + 2 = 10, +7 |
- | Jêbirin, neyînî | Ew nîşaneya jêbirina hejmaran e û her wiha nîşaneyek ji bo hejmarê neyînî jî tê bikaranîn | 10 - 8 = 2, -8 |
< | Jê mezintir | Ev nîşane di neyeksaniyan de tê bikaranîn, da ku diyar bike ku aliyê rastê ji ya çepê mezintir e | 4 + 5 <10 |
> | Jê biçûktir | Her wiha di neyeksaniyan de tê bikar anîn, ku destnîşan dike ku aliyê rastê ji yê çepê biçûktir e | 10+ 5> 14 |
× | Hevdan | Nîşaneya hevdanê ye | 3 x 9 = 27 |
÷ | Parvekirin | Nîşaneya dabeşkirinê ye | 40 ÷ 2 = 20 |
: | Rêje | Ev nîşane di navbera yekîneyên rêjeyê de tê danîn | 3 : 8 |
\ | Ji bo her | Di navbera du rêjeyên marjînal de cih digirin | 5 lître / saet |
, ∓ | Kêmzêde | Ev di navbera du qebareyan de tê danîn û diyar dike ku gengazî heye ku qebareya yekê bi qasî qebareya duduwê kêmtir an zêdetir be | 7 lître ± 1/2 lître |
≤ | Bi qasî yan mezintir | Di navbera koman de tê danîn da ku nîşan bide ku berhevoka li milê çepê hêmanên wê ji yê din mezintir e, lê di nav wan herdu berhevokan de hêmaneke hevbeş heye | 4,5,6,7} {4,8,10} |
≥ | Bi qasî yan kêmtir | Ew di navbera koman de tête destnîşan kirin ku berhevoka li milê çepê hêmanên wê hindiktir e ji yê din, lê bi tenê yek hêman heye ku di berhevoka din de jî heye | 8,7,10} {,5 4,5,6,7} |
∅ an | Fî / koma vala | Ev nîşane ji her komên bêyî hêman re tê gotin | Gava du xêzik rastinheva hev bin, xala tîka wan ∅ e |
∈ | Hewandin | Ev nîşane tê wê wateyê ku hêmanek cihê xwe di komê de heye | 7 {{8, 7, 1, 10 |
∉ | Nehewandin | Ev nîşane tê wê wateyê ku hêman ne ji komê ye | 12 ∉ {1,2} |
⊂ | Hewandin/ parçeyek ji | Ew tê wê wateyê ku komek piçûk beşek e ji komek mezin | {1, 8, 10} ⊂ {1, 5, 7, 8, 10, 1} |
⊄ | Nehewandin / ne parçe ye ji | Bi tevahî berevajî hewandin/ paarçeyek ji | 1, 5, 10} 6 {6,30,8,70,9} |
% | Ji sedî | Ev nîşane destnîşan dike ku hejmar çiqas dike ji sedî, anku rêjeya wê ji sedî | 2%, 12% |
‰ | Ji hezarî | Ev nîşane destnîşan dike ku hejmar çiqas dike ji hezarî, anku rêjeya wê ji hezarî | 2%, 12% |
≈ | Hema hema wekhev | Ev nîşane ji bo nêzîkkirina hejmarên dehyekî ji hejmarên tam | 7,5 ≈ 8 |
Çavkanî
biguhêre
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |