My Girl (rêzefîlma TVyê ji 2005ê)

My Girl (bi koreyî: 마이걸, lat. Mai Geol) 2005 rêzefîlmek televîzyonê ya Koreya Başûr e ku Lee Da-hae, Lee Dong-wook, Lee Joon-gi, û Park Si-yeon wek sereke-artîst dileyîzin. Berhemeke hevpar a Kallista Co. Ltd. û DSP Entertainment (niha DSP Media) ye, ew ji 14ê kanûna pêşîn a 2005ê heya 2ê sibatê ya 2006an rojên çarşem û pêncşeman di saet 21:55an de ji bo 16 beşan li ser SBS hatiye weşandin.[1][2] Rêzefîlma komediya romantîk di dema pêşandana xwe de serketî bû - di dema xwe de di rêza yekem de cîh girt û bi %24,9 gihîşt dereceya herî bilind a temaşevanan.[3] Di eynî demê de lîstikvan Lee Da-hae, Lee Dong-wook û Lee Joon-gi jî xist nav stêrka pêla Koreyî .

My Girl
WelatKoreya Başûr
ZimanKorêyî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Kanala orîjînal
LîstikvanLee Da-hae
Lee Dong-wook
Lee Joon-gi
Park Si-yeon
Hejmara beşan16 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hejmara sezonanLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema destpêkirinê
  • 14 kanûna pêşîn 2005 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema bidawîbûnê
  • 2 sibat 2006 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê weşandinêKomara Korêyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ŞêweRomans, komedî, drama
Cihê çîrokê
  • Jeju Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malpertv.sbs.co.kr/mygirl/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Q12599654 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Tree of Heaven Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Xulase biguhêre

Joo Yoo-rina ji Girava Jejuyê, bi bavê xwe re dimîne, ku mibtelayê qumarê ye. Ji ber deynên bavê xwe, Yoo-rin xisûsen di derewkirin û xapandinê de jêhatî bûye. Dema ku bavê wê ji giravê direve da ku xwe ji deyndaran veşêre, Yoo-rin bi biryar e ku ew bixwe piştgirî bide bavê xwe û deynên wî xilas bike. Rojekê, ew Seol Gong-chanê, yekane wêrisê serwetê L'Avenue Hotelê, nas dike.

Ji bo ku daxwaza dawî ya bapîrê xwe bi cih bîne, Gong-chan Yoo-rinê dixebitîne ku wekî neviya kalikê xwe yê wexteke dirêj windabûyî ye rol bike. Meaşek mehane û bonusek teklîfê wê dike û jê dixwaze ku ew rol bike, yanî wê tiştê bike ku ew bi awayê çêtirîn dike. Yoo-rin naxwaze derewan bike li zilamek ber mirinê, lê dîsa jî neçar dimîne ku bike, Yoo-rin teklîfê qebûl dike û dest bi rolkirina wekî neviya windabûyî dike. Lê belê, di nav qedereke xerîb de, dîtina neviya wî bapîrê ew qas kêfxweş dike ku ev yek li serê başbûneke tam peyda dike. Ji ber ku wan qebûl kirin ku pismam/dotmamê hev in, Gong-chan û Yoo-rin neçar dibin ku bi hev re di bin banekê de bijîn, û her ku wext derbas dibe, hevkêşiya di navbera wan de mezin dibe. Lêbelê eşq ji bo van herduyan heram e, ku divê wekî pismam/dotmam derbas bibin. . .

Lîstikvan biguhêre

Sereke biguhêre

Rêberek gerê ku berpirsiyarê meşandina gerên biçûk li Girava Jejuyê ye. Bavê wê mibtelayê qumarê ye, lê tevî temamê deynên ku wî dikişîne, Yoo-rin her gav rêyek dibîne ku ji bo vegerandina wan alî wî bike. Ew heyatek di binê averajê de derbas dike lê heya ku bavê wê li gel wê be bextewar e. Ji ber elimîna qumarê yê bavê wê, ew neçar maye ku welat bi welat bigere, her ku bavê wê ji deverekê direve cîhek din, da ku xwe ji deyndarên xwe dûr bixe. Vê yekê di netîceyê de jê re şiyana xeberdaneke birêkûpêk yê bi zimanên çînî û japonî dide qezenckirin, ku wekî rêberek gerê alîkariyek mezin e her gava ku ew neçar e geştiyarên ji Çînê û ji Japonê memnûn bike.
Ew wêrisê tenê yê xwediyê L'Avenuel Hotel e, ku yek ji otelên herî baş ê Koreyê ye. Kalikê wî, Seol Woong, wî bi peywira dîtina neviya xwe wezîfedar dike, ku dotmamê Gong-chan e.
Kurê yek ji şirîkê mezin yê L'Avenuel Hotel e, û hevalê herî baş ê Gong-chan e. Eksê Gong-chanê ku berpirsiyar û kedkar e, Jung-woo playboy-ek e ku tê zanîn gelek hevalên wî yên keçik hene.
Hezkirê berê yê Gong-chan e. Stêrkek geş e di cîhana tenîsê de, û ew bi hêviya ku bi Gong-chan re li hev were vedigere Koreyê.

Piştgirî biguhêre

Reytîng biguhêre

Roj Beş Li seranserê welat Seul
14.12.2005 1 %14.6 (8em) %18.8 (6em)
15.12.2005 2 %15.7 (8em) %17.0 (5em)
21.12.2005 3 %16.5 (5em) %17.5 (4em)
22.12.2005 4 %18.8 (4em) %19.9 (4em)
28.12.2005 5+6 %20.3 (3yem) %21.7 (3yem)
04.01.2006 7 %22.8 (2yem) %24.2 (2yem)
05.01.2006 8 %23.3 (2yem) %25.0 (2yem)
11.01.2006 9 %21.3 (3yem) %22.1 (2yem)
12.01.2006 10 %24.1 (2yem) %24.7 (2yem)
18.01.2006 11 %21.0 (5em) %22.1 (4em)
19.01.2006 12 %24.3 (2yem) %26.0 (2yem)
25.01.2006 13 %21.1 (3yem) %23.1 (3yem)
26.01.2006 14 %23.5 (3yem) %22.8 (3yem)
01.02.2006 15 %23.2 (3yem) %23.7 (3yem)
02.02.2006 16 %24.9 (3yem) %26.0 (3yem)
Averaj 19.7% 20.7%

Xelat biguhêre

2005 Xelatên Drama SBS

  • Xelata Mikemmeliyê, Lîstikvana Di Drama Taybet: Lee Da-hae

2006 Xelatên Drama SBS

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Shin, Hae-in (12 kanûna pêşîn 2005). "An 'irresistible trickster' to meet viewers in My Girl". The Korea Herald. Ji orîjînalê di 31 kanûna pêşîn 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 îlon 2013.
  2. ^ "My Girl". Korea Tourism Organization. Ji orîjînalê di 13 çiriya paşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 îlon 2013.
  3. ^ "Korean Weekly News - February 13". Twitch Film. 13 sibat 2006. Ji orîjînalê di 13 çiriya paşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 îlon 2013.
  4. ^ Shin, Hae-in (6 kanûna paşîn 2006). "Lee Joon-ki emerges as rising star". The Korea Herald via Hancinema. Ji orîjînalê di 13 nîsan 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 îlon 2013.
  5. ^ Shin, Hae-in (13 kanûna pêşîn 2005). "'Eric's girl' Park Si-yeon makes a leap to acting". The Korea Herald via Hancinema. Ji orîjînalê di 8 tebax 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 îlon 2013.
  6. ^ a b Han Chae-young and Jae Hee were the lead actors of the director and writers' previous series Delightful Girl Choon-Hyang.


Girêdanên derve biguhêre