Murad Dildar
Murad Dildar nivîskar û çîroknivîsêkî kurd e.
Murad Dildar | |
---|---|
Jidayikbûn | sala 1986 |
Esil | Kurd |
Hevwelatî | Tirkiye |
Perwerde | Zanîngeha Dîcleyê |
Pîşe | Nivîskar, çîroknivîs |
Salên çalak | 2009 - niha |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Di sala 1986an de li Diyarbekirê, li gundê Elîparê hatiye dinyayê. Dibistana pêşîn û lîseyê li Diyarbekirê xelas kiriye. Li zanîngehê li ser felsefeyê xwend. Heta niha du berhemên wî yên ji bo zarokan hatine çapkirin. Ji bilî çîrokên zarokan çarînan jî dinivîse û çarîn û çîrokên wî di kovara Nûbiharê û di malpera Kulturnameyê de her weha nivîsên wî yên li ser felsefeyê jî li malpera Felsefevanê belav bûne. Mûrad Dildar vê gavê li ser Felsefeyê perwerdehiya masterê dibîne. Kurê nivîskar Receb Dildar, birayê helbestvan Gulîzer û nivîskar Azad Dildar e. [1]
Pirtûkên wîBiguhêre
- Qesra Spî (pirtûk), 2009, Weşanên Avesta, Rêza Hêlîn, 32 rûpel
- Dara Sêvê (pirtûk), 2012, Weşanên Avesta, Rêza Hêlîn, 40 rûpel
- Stêrka Piçûk (pirtûk), 2020, Weşanên Avesta, Rêza Hêlîn, 152 rûpel