Mueyîde yek ji têgehên hiqûqê ya sereke ye. Di warê hiqûqê de mueyîde ji aliyê hêza giştî ve tê bikaranîn. Koteka wek hiqûqê bûnê, mueyîde, ji bo cezakirina yên ne wek hiqûqê bin û dema ne wek hiqûqê bin ew zirar û ziyana ku ew didin kêmtir bibe tê bikaranîn. Armanca mueyîdeyan ew e ku pergala hiqûqê çêbibe/pêk bê û parastina wê pergalê ye û dîsa ev mueyîde li gor pêşbîniya pergala hiqûqê bicih tê.

Mueyîde wek mueyîdeyên madî û mueyîdeyên manewî(arişî) dibin du bir. Mueyîdeyên madî di wan rewşên ku ne li gor hiqûqê de tê bikaranîn, mueyîdeyên manewî(arişî) jî ji bo ev rewş pêk neyên tên bikaranîn.

Di warê hiqûqa cezayê de mirin, girtin û cezayê pereyan; di warê hiqûqa destûra bingehîn de ji siyasetê dûrxistin, girtina partiyê; di warê hiqûqa wergiyê de cezayên wek bac û qaçaxcitî. Wek ku tê dîtin di warên cuda de mueyîdeyên cur bi cur hene.

Cureyên Mueyîdeyê

  • Ceza dayîn (mînak: pere, heps û hwd.)
  • Mueyîdeya Kotekê/Bizorê (mînak: îcraya kotekî/cebrî)
  • Cirmdayîn/Tezmînatdayîn (mînak: kiryara bêmafî/neheqî)
  • Wek derbasdar erênekirin (mînak: batilî)
  • Daxwaza betalkirinê (mînak: di dadgehê de betalkirin)

Mueyîde Çawa Derketiye Holê? biguhêre

Di pêvajoya dîrokî de mueyîde wek tolhildana kesane derketiye holê. Bi dûv wê re derbasî asta qisasê bûne û mantiqa serî jê çûbe divê seriyek din jê biçe, çavek derketibe divê çavek din derkeve, bûye qanûn. Dûvretir levhatin, giraw/fîdye derketiye holê û bi pergalên hiqûqê yên nûjen re ev ji holê rabûne.