Mok, moq yek ji cureyên leyîstikên zarokên Kurd e. Bi kevireke sehlî (pan) û kevireke gilover, ango du keviran tê leyîstin. Leyîstikeka komî ye. Ji kevirê ku pê ev lîstok tê lîstin re jî mok dibêjin.

Hin zarok ji kevirê kewke yan ji texteyan ji xwe re mokên taybet çêdikirin û ev wekî leyzokek di malê de vedişartin, pêdivî bîdîtana dîsa bikardianîn.

Çawa tê lîstin? biguhêre

Leyîstikvan bi kevirê oan (sehlî) li yê gilover dide. Bi dar an gavan tê pîvandin ku kevir çiqas pekiya ye. Leyîstikvan ne azad e, tenê li ser kevirê sehlî yên leyîstikvanên din dikare manevra bike.

Dor bi dor tê û bi herî kêm 2 kesan tê lîstin.