Mohammed Benaziza (bi erebî: محمد بن عزيزة‎; jdb. 1959 li Cezayîrê – 4 çiriya pêşîn 1992 li Holendayê) leşciwanekî profesyonel bû.

Mohammed Benaziza
Jidayikbûn25 çiriya paşîn 1959 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Tlemsan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin4ê çiriya pêşîn a 1992an (38 salî)
Amsterdam Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîCezayir Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • rêza yekê (1987)
  • pêncem (1989)
  • yazdehem (1988) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Biyografî biguhêre

Benaziza di zarokîtiya xwe de li Fransayê lîstikvanê futbolê ye û dema futbol dilîze dest bi karê leşciwaniyê jî dike. Di dawiyê de ew leşciwaniyê hildibijîre û li Fransayê wekî amator pişkdarî li pêşbirkan dike.

Pêşbirka wî ya pêşîn a profesyonel li Spanyayê ye. Dû re ew berdewam dike, xelatên biçûk werdigire heta pêşbirka Night of Champions ("Şeva Şampiyonan") a sala 1990î ku tê de performansekî baş nîşan dide û serketî ye.

Ew sê caran pişkdarê pêşbirka Mr. Olympia ye. Pêşbirka wî ya dawîn a sala 1992 Mr. Olympia ye, ku ew li rêza 5an de ye.

Mirina wî biguhêre

Ew di 4ê çiriya pêşîn 1992ê de, li odeyeke otêlê mir.

Dîroka pêşbirkan biguhêre

  • 1987 Şampiyoniya Amator a Cîhanê - IFBB, rêza yekem
  • 1988 Grand Prix France - IFBB, rêza 8em; Mr. Olympia - IFBB, rêza 11em.
  • 1989 Grand Prix Finland - IFBB, rêza 3em; Grand Prix France - IFBB, rêza 4em; Grand Prix Germany - IFBB, rêza 3em; Grand Prix Holland - IFBB, rêza 2em; Grand Prix Spain - IFBB, rêza 4em; Grand Prix Sweden - IFBB, rêza 5em; Mr. Olympia - IFBB, rêza 5em.
  • 1990 Grand Prix England - IFBB, rêza 1em; Grand Prix Finland - IFBB, rêza 1em; Grand Prix France - IFBB, rêza 1em; Grand Prix Germany - IFBB, rêza 1em; Grand Prix Holland - IFBB, rêza 2em; Grand Prix Italy - IFBB, rêza 1em; Night of Champions - IFBB, rêza 1em.
  • 1991 Arnold Classic - IFBB, rêza 11em; Ironman Pro Invitational - IFBB, rêza 9em.
  • 1992 Arnold Classic - IFBB, rêza 2em; Grand Prix England - IFBB, rêza 4em; Grand Prix Germany - IFBB, rêza 2em; Grand Prix Holland - IFBB, rêza 1em; Grand Prix Italy - IFBB, rêza 1em; Pittsburgh Pro Invitational - IFBB, rêza 7em; Mr, Olympia - IFBB, rêza 5em.

Girêdanên derve biguhêre

Çavkanî biguhêre