Mizgefte Nebî Nuh, li Cizîra Botanê ye. Mizgefteke ewqas kevne ku avakirina wê diçê berî zayîne. Piştî ku Misilmantî di hate herêmê, êdî ew der jî bû mizgeft. Tê gotin ku di hundurê mizgeftê de Tirba Nebî Nuh bi xwe he ye. Tirba wî, ji ber ku ew nebiyekî mezin bû, ev hizir li ber çavan hatiye girtin û mezin hatiye çêkirin. Biqasî qama du mirovan hatiye çêkirin. Deriyê wê, û hinekî amurên wê, ji ber ku ji zêr û zîv bûn, ji aliyê dewleta tirk ve hatine hildan. Di hundur de berê pir pirtûk ji dihatin dîtin. Ji ber ku tiştên têde pîroz dihatin dîtin, xelkê jî dernedixistin. Lê di deme komara tirk de ew pirtûkên ku bi kurdî bûn hatine hildan û wendakirin.