Misayibî, Musaybî peyveke Erebî ye lê di wateyeke nêzîkî kirîvtî, kirîvatiyê de tê bikaranîn. Pirranî di nava Elewîyan de heye. Mirov miyayibê xwe wekî birayê xwe dibîne û mafên wê/wî diparêze.

Di civaka Kurd de dadmendiya, hiqûqa misayibiyê cihekê girîng digire. Hin caran di nava Kurdên Elewî û Sunnî de jî misayibî tê lidarxistin. Lê pirranî mirov misayibê xwe ji civaka xwe ya nêzîk hildibijêrin.