Milkiyeta giştî ji hemû berhemên afirîner ên ku mafên milkiyeta rewşenbîrî yên taybet li wan nayên sepandin, pêk tê. Ev maf dibe ku dema wan borî, hatin desteserkirin, hatin terikandin, an nepêkan e bên sepandin.

Wek mînak, berhemên William Shakespeare, Ludwig van Beethoven, Leonardo da Vinci û Georges Méliès di milkiyeta giştî de ne, bi xêra ku berî hebûna mafê daneriyê hatine çêkirin, an ku dema mafê daneriyê yê wan borî. Di qanûnên mafê daneriyê yê welatekî de hin berhem nayên parastin, ji ber vê yekê jî di milkiyeta giştî de ne, bo nimûne, li Dewletên Yekbûyî, tiştên ku mafên daneriyê yên nayên parastin, ev in, formuleyên fîzîka Newtonî, tarîfên xwarinan, û hemû nermalavên kompûterê ên berî 1974 hatin çêkirin.[1]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Public domain - Wikipedia". en.m.wikipedia.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 adar 2021.