Mihemed Teqewî (jdb. 1977, Şîrvan, Xorasana Bakur), nivîskar û werger û sererastkerê kurd ê kurmanc e[çavkanî hewce ye].

Di sala 1977an da, li gundê Melebêqirê, başûrê Şîrvanê, parêzgeha Xorasana Bakurê Îranê ji dayîkê bû. Pola sêyem li dibistana seretayî ya gundî xwend, dû ra li gel malbata xwe koçberiya bajarê Şîrvanê bûn û li wir dest bi xwendina xwe li dibistana seretayî kir û ew qetand. Dibistana navincî li Ferhengiyan derbas kir û piştra çû huneristana Teqeviyan û dîploma xwe di beşa kehribayê da stand û xwe ji bo zanîngehê amade kir. Ew di sala 1990an da li zanîngeha Ferdowsî hat pejirandin û piştî çar salan, beşê wêje û zimanê ingilîzî qetand û di heman demê de dest bi xebatê xwe di debîristanên bajarê Şîrvanê da wek mamosteyê zimanê ingilîzî kir. Hîn deh sal xebatên wî wek mamosteyê ingilîzî xilas nebûbû ku di zanîngeha Bîrcendê wek xwandekarê beşê zimannasîyê hat pejirandin û piştî du salan wî karnasîya xwe ya bilind di wî beşî da jî stand. Têza wî ya karnasiya bilind li ser nîşandarîya haleta (case-marking) devoka kurmancî û miqayisekirna wê bi ya farsî bû. Ji aliyê wî çend gotarên wergirtî ji têza wî di kovarên zanîstî yên Îranê hat weşandin. Ew di sala 2015an da ji alîyê weqfa Mezopotamyayê hat vexwendin û beşdariya komxebata kurmancî bû. Di sala 2019an da navê wî wek endamekî ji wê komxebatê li ser pirtûka Rêbera Rastnivîsînê hat nivîsîn. Mihemed Teqewî heya niha bi sedan kurteçîrokan wergerandine û ew kurteçîrok di biloga wî bi navê Linguakurd.blogfa.com hatine weşandin. Ev niha nêzî deh sal in ku wek nivîskar û wergêr bi zimanê kurmancî çalak e û herwiha çend pirtûkên çîrok û helbestan sererast kirine û navê wî wek sererastker hatîye qeydkirin[çavkanî hewce ye].

Çavkanî biguhêre