Muhemmedê Rewadî an jî Muhemmedê kurê Husênê Rewadî damezrînerê Xanedana Rewadiyan bû, ku di nîvê sedsala 10an de li herêmên Bakurê Kurdistanê / Ermenistana mezin û Azerbeycana îranî desthilatdar bû. Di navbera salên 953–956 de kurê wî Husênê Yekem ê kurê Mihemed li şûna wî hat.

Mihemedê kurê Husênê Rewadî
Hevwelatî
Sernavê esilzade
Emir (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Jiyan biguhêre

 
Nexşeya Azerbaycanê di sedsalên 9. û 10. de

Malbata Mihemed kurê Husênê Rewadî bi eslê xwe Erebî bû, li bakurê-rojhilatê Azerbeycanê û bajarê Tewrêz wek bindestên Xanedana Ebasiyan di dawiya sedsala 8an û destpêka sedsala 9an de serwerî kir. Mîna niştecihên din ên Ereb ên li Azerbeycanê, wan bi îhtîmalek mezin di sedsala 9an de heya radeyekê bi gelheya herêmî ya îranî tevlihev bû.Di nîvê sedsala 10an de ew bi tevahî kurd bûn, ji ber zewaca bi malbatên kurdî yên herêmî re, navên kurdî yên hevpar ên wekî Mamlan dan xwe. Dîroknasê osmanî  Müneccimbaşı (m. 1702), ku berhehma xwe li ser Ta'rîx el-Bab wa'l-Ebwab a niha windabûyî ya sedsala 12an bingeh girtiye, Mihemed kurê Husên yekem wek serwerê Rewadîyên kurdbûyî dihesibîne, û lê zêde dike ku wî hin navçe li Ermenistanê serwerî kiriye.

Pevçûnek zûtirîn şerek desthilatdariyê pêk hat, ku di dawiyê de bi vegirtina Azerbeycanê, û her wiha rojhilata Piştqefqasyayê ji hêla xanedana Deylemî- Selarî a Tarom ê ve bû.Di 948 de, serwerê selarî Marzuban ibn Muhammed (serwerî 941/2–957) di şerekî li nêzî bajarê Qazwênê de ji hêla Biweyhiyan ve têk çû û hate girtin. Mihemed kurê Husên di navbera salên 948-953-an de di hepsa xwe de ji nebûna suzeren xwe sûd wergirt û hin deverên Azerbeycanê, bi îhtîmaleke mezin Ehar û Varzaqan vegirt.Lê belê, kurê Mihemed kurê Husên û cîgirê Husênê Yekem ê kurê Mihemed di sala 955/6 de baca Marzûbanê daye, ev jî nîşan dide ku Rewadiyan berdewam Selariyan wekî serwerên xwe dipejirînin.Xuyaye ku Husênê Yekem ê kurê Mihemed di navbera salên 953-956 de bû domdarê bavê xwe.

Çavkanî biguhêre