Metroya Romayê (bi îtalî: Metropolitana di Roma) li Roma ya paytexta Îtalyayê pergaleke veguhestina gelemperî ya metroyê ye. Metroya Romayê di sala 1955an de hate vekirin.[1] Sê xetên metroyê bi navê A, B û C heye. Tora ku dirêjahiya wî digehije 60 km ye bi awaya X'ê ye. Rawestgeha Termini stasyona sereke ya metroya bajarê Romayê ye.

Trênek metroyê li stasyona Conca d'Oro
Nexşeya xet û rawestgehên Metroya Romayê
Stasyona Montebello ya xeta Roma-Civita Castellana-Viterbo

Dîrok biguhêre

Yekem metro li Romayê di sala 1930an de di dema hukûmeta faşîst de hate sêwirandin û dest pê kir. Bi mebesta peydakirina veguhastinek bilez ji stasyona Termini, ku li navenda bajêr e, bi navçeya nû ya bi navê E42 re bê peydakirin, hate sewirandin. Lêbelê çêkirina metroyê di dawiya sala 1940an de ji ber ketina Îtalyayê ya Şerê Cîhanê yê Duyemîn de pêk nehat. Di dema qutbûna xebatan de, berê jî hin tunel hatibûn çêkirin (li beşa ji Termînî heta Pîramîdê) ku wekî stargeha bombeyan dihatin bikaranîn. Karên avakirinê di sala 1948an de ji nû ve dest pê kir û di heman demê de pêşdeçûna xebatên li devera ku pêşangeh lê dihat lidarxistin, ku beşekî xuyang, armanc (bû navçeyek îdarî) û navê (EUR) hate guhertin. Xet di 10ê Sibata 1955an de hate vekirin.

Xebat di sala 1964an de li devera Tuscolana dest pê kir û xebat ji ber derengî û bûyerên nediyar, bi giranî ji ber organîzasyona xirab, tevlihev bû. Di destpêkê de, teknîkek kolandina vekirî hate plan kirin, ev jî bû sedema pirsgirêkên mezin ên trafîk a li başûrê rojhilatê Romayê. Jiber vî yekê xebat hatin qutkirin û piştî 5 salan bi makîneya borandina tunelê xebatên kolandinê ji nûve destpêkir. Ev rêbaz her çend qismen pirsgirêka trafîkê çareser bike jî lê ber lerizînên xurt ên di dema kolandinê de zirareke mezin gihişte avahiyên Romayê.

Di dema xebatan de, bi taybetî li qada Plaza de la República pir caran rastî vedîtinên arkeolojîk hatin. Ji ber vê yekê pêdivî bû ku rêgezek were plan kirin. Federico Fellini, di fîlma xwe ya Romayê de, karê makîneya borandina tunelê û "bûyerên arkeolojîk" nîşan da.

Xetên metroyê biguhêre

Xet Rawestgehên metroyê Dîroka despêkirinê Dirêjahiya xetê
(km)
Hêjmara rawestgehan Dema rêwîtiyê (xulek)
  BattistiniAnagnina 1980 18.4 27 41
  LaurentinaRebibbia / Jonio 1955 23.5 26 34/34
  Monte Compatri-PantanoLodi 2014 18.1 21 34
Giştî: 60 73

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "ATAC S.p.A. | Azienda per la mobilità | azienda". web.archive.org. 23 tîrmeh 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 tîrmeh 2016. Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)