Metroya Brukselê, (bi frensî: Métro de Bruxelles, bi almanî: Brusselse metro) pergalek metroya bilez e ku ji bo beşekî mezin a Herêma Bruksel a paytexta Belçîkayê re dixebite. Sîstem, ji çar xetên metroyê yên kevneşopî û ji sê xetên nûjen pêk tê. Xetên metro-pola M1, M2, M5, û M6 bi hinen beşên hevpar in.[1] Bi tevahî 39.9 kîlomêtre rê û ji 59 rawestgehan pêk tên.[2]

Trêna Metro ya Brukselê (Xeta M6 "Boa") li rawestgeha metro Erasme/Erasmus
Nexşeya tora Metroya Brukselê
Rawestgeha Demey

Dîrok biguhêre

Pargîdaniya Veguhastina Navberî ya Brukselê (bi fransî: Société des Transports Intercommunaux de Bruxelles an STIB, bi hollandî: Maatschappij voor het Intercommunaal Vervoer te Brussel an STIB) di sala 1954an de hate afirandin. Yekem xeta tramwaya binerdê (an premetro) di navbera salên 1965 û 1969an de, ji Schuman heta De Brouckère hate çêkirin. Di sal 1970an de xeta duyemîn di navbera Madou û Porte de Namur/Naamsepoort de hate vekirin. Li Diamant di sal 1972an de rawestgeheke metroyê hate vekirin û di sala 1975an de xeta Greater Ring ji Diamant heta Boileau hate dirêj kirin. Ev beşa tramwayê ya binerdê hêj bêtir nehatiye pêşve xistin û ev xet ji hêla xetên tramwayê 7 û 25 ve tê bikar anîn. Rawestgeha Rogier di sala 1974an de hate vekirin.

Xetên metroyê biguhêre

Xet 1 (M) Xet 2 (M) Xet 5 (M) Xet 6 (M)
* Gare de l'Ouest / Weststation * Simonis * Erasme / Erasmus * Roi Baudouin / Koning Boudewijn

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "MIVB - Maatschappij voor het Intercommunaal Vervoer te Brussel". www.stib-mivb.be. Roja gihiştinê 2 kanûna paşîn 2022.
  2. ^ "MIVB - Maatschappij voor het Intercommunaal Vervoer te Brussel". www.stib-mivb.be. Roja gihiştinê 2 kanûna paşîn 2022.