Mergehe di nava Laleş de navê ciyekî ye, ku hemî avahiyên êzdiyan ên miqades li wir in. Ev avahiyên han bi navên mirovên mezin hatine çêkirin.

Navên hin avahiyan biguhêre

Derê melek Ferxedîn, mixara Şêx Mend, Quba melek şêx Husên, Avaniya Sicanîn, quba Şêx Şems, avaniya Nasredîn, avaniya Şerefedîn Mehdî, avaniya Şêx Bekir, avaniya mîr Hesen Mema (serekê pîran) Avaniya Şêx Mihemed Reşa, avaniya Amadîn, avaniya Şehsiwar, avaniya Xidir û Îlyas, avaniya Şêx Xidirê Şemsan, avaniya Şêx Xalê Şemsan, avaniya Şêx Tokilê Şemsan, avaniya Babadînê Şemsan, avaniya Hesnalek, (pîr) avaniya, Xatûna Fexra, avaniya Îsibiya, avaniya Şêx Mişelih, (gava ev şêx ji yekî dilxweş nebe, wî dişelîne) avaniya Şêx Bedir, avaniya Musê Sor, avaniya Şêx Îbrahîmê Xitmî, avaniya Şêx Îdrîsê xeyat, avaniya pîr xebît Sî, avaniya Alî, avaniya pîr Balî, avaniya pîr Bûtarî, avaniya Şêx Zendîn, avaniya Şêx Sêva, avaniya Mihemed Xuristanî, avaniya Çêl mêra, avaniya Bilêlê Ebêş, avaniya Şêx Hemê, avaniya Şêx Deqê Mêra[çavkanî hewce ye].

Ji van pê ve jî gelek avahî hene. Ji wan avahiyên han pê ve di Mergeheyê de bi navê Berê Reş ê Mieleq, Zimzim, Kaf û Kaniya Spî çar ziyaretgeh hene ko bê dîtina wan heca mêrê êzdî tekûz nabe.

Berê Reş ê Mieleq biguhêre

Berê Reş ê Mieleq ev berê han di pencereyeke avahiya ava Zimzimê de bi dar de kirî ye. Her Êzdiyê dixwazê heca xwe tekûz bike, divê destê xwe di Berê Reş bike ko ev jî şertên hecê yek e.

Zimzim biguhêre

Zimzim navê golekê avê ye ko di şikefta kafê de bi der têt. Bi kasî du dest av jê diherike.

Mixar biguhêre

Ji şikefta ser ava Zimzimê re dibêjinê Mixar.

Kaniya Spî biguhêre

Kaniya Spî ev ava han deh gazan di nîvroyê ava Zimzimê de der tê. Heciyên Êzdiyan xwe di vê de jî dişon, ko ev şûştin jî ji şertên heca wan in. Li ber vê avê, sê hewz hene ko yek ji bo mêran, yek ji bo lawan û ya din ji bo keçan e. Ji van her sê biran kes xwe di hewzê ê din de naşo.

Çavkanî biguhêre