Memira

Gundekî Diha Sêrtê

Memîra, gundekî girêdayî navçeya Sêrtê Dihê ye. Ev gund li ser riya navbeyna Dihê û Şirnexê ye. Piraniya gundiyan ji gund derketibe jî gund ne vala ye. Gundî debara xwe bi sewalan û çandiniyê dike. Gundiyên derketîn di serîde Mêrsînê li gelek bajaran dijîn. Dewleta Tirk bi hemu cihên din ê Kurdan re navê Memîra jî di fermî da guherandîye û kiriye Gorendoruk lê bi hemu mirovên wê deverê ve bi Memîra tê zanîn û bi kar anîn.