Melhêb
Melhêb, amûrek pê kaş û melû dihê hevdan û dîsa pê tê avêtin patozê. Pênc tilîyên wê û doxek (destik) wê ya dar he ye. Du cûre ne: Ya tilî hesin û ya tilî dar.
Melêbên tilî hesinî ji bajaran tê kirîn; lê yên dar gundî bixwe ji dar û şivikan û ji çerm çêdikin.
Di hin deweran bi ya hesin dibêjin şene û bi ya dar dibêji lempe.