Mehmet Deviren

Nivîskarê kurd

Mehmet Deviren, di sala 1975’an de li gundê bi navê Gola Gulê ku bi Şemrexa Mêrdînê ve girêdayî ye hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û navîn li Şemrexê, ya amadehiyê jî li Amedê kuta dike. Her wisa dibistana amadehiyê ya Bazirganiyê jî kuta dike û niha li zanîngeha Êlihê beşa Tibî Dokumantasyonê kuta kirye. Devîren, di sala 1992’an de ji doza kurdayetiyê tê girtin, piştî darizandineke dûdirêj di girtîgeha Amed û Entabê de cezayê xwe diqedîne û derdikeve derve . Dûre jî di 1998'an de, li girtîgeha Gelîboluyê ya leşkerî radikeve. Weke birek nivîskarên kurd ên li Bakûr Devîren jî di destpêkê de bi tirkî dide ser riya wejeyê. Helbestên wî yên bi navê Anlat (Vebêje) di sala 2003’an de wekî dîwan têne çapkirin. Devîren, weke gelek helbestvan û nivîskarên esilkurd ên bi zimanê serdastan dest bi wêjeyê kiriye, piştî vê xebatê riya xwe diguhere; bi helbestên ku di Kovara W, Gelawêj, Çirûsk û malperên wekî Amîdakurd de diweşin, dadigere ser kulzema kesayetiya xwe; zimanê bav û kalan, kurdî. Devirenê ku di damezirandina Komeleya Nivîskarên Kurd de cî girtiye û demeke dirêj wekî rêveber berpirsê karê darayî dikir, piştî civîna lijneya rêveber wekî serokê Komeleya Nivîskarên Kurd hate hilbijartin. Deviren di heman demê de di Enstîtuya Kurdî ya Amedê de endamê lijneya rêveber de cîh girtiye û berdevkiya Enstîtuya Kurdî ya Amedê kiriye, niha jî endamê Kurdî-Derê ye û kar û barên lêkolîn û lêhûrbûnên wêjeyî dimeşîne. Niha di lijneya Pena Kurd ya li Amedê de kar û barên damezirandinê dimeşîne.

Mehmet Deviren
Jidayikbûn1975 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Berhemên wî biguhêre

  • Anlat, (Helbest - bi tirkî ye), Amed, 2003
  • Qinîskê û Pinîskê, (Zargotin), Weşanên Şaredariya Kayapinarê, 2009
  • Sûka Mirinê (Helbest), Weşanên AVA, 2010
  • Çîrokên Azad (Antolojî) Weşanên ARAM, 2010
  • Kortika Filehan (Roman), J&J, 2013
  • Doxîn 18+ (pêkenok), J&J, 2013