Mehmet Boncuk rojnamevanekî kurd e.

Mehmet Boncuk
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mehmet Boncuk di sala 1974'a li gundê Mişecerkê ku girêdayî Pîrsûsa Rihayê ye hatiye dinê. Di malbateke xwedî çar bira û çar xwîşk mezin bûye. Xwendina xwe ya pêşin û navîn li Pîrsûsê, ya bilind jî li Zanîngeha Anadoluyê di beşa Civaknasiyê kir. Dema xwendina xwe di hin rojnameyên herêmî de dest bi nivîsê kir. Di sala 1998'a bi derxistina rojnameya Fıratta Yaşamê Jiyana li Feratê li Dîlokê bi cîh bû. Xebata xwe ya di Fıratta Yaşamê de heta sala 2002'a berdewam kir. Niha di rojnameya Sabahê de xebeta xwe ya rojnamegeriyê berdewam dike.

Heta roja îro di hin rojname, kovar û malperên li ser înternetê de nivîs, nûçe û şiroveyên wî yên li ser pirsgirêkên civakî û netewî têne weşandin. Mehmet Boncuk zewîcî ye û bavê sê zarokên e.