Mar Qerdax, anku Mar Qerdaẍ (bi suryankiya klasîk: ܣܗܕܐ ܡܪܝ ܩܪܕܓ ܐܬ݂ܘܪܝܐ), mîrekî efsaneyî yê asurî bû ku ji bo guherandina baweriya xwe wek xiristiyanî hate şehîdkirin.

Ezîz Qerdax
MirinSersala 4em
Hewlêr
biguhêreBelge

Qardax di sedsala 4em de ji malbateke esilzade re di Împeratoriya Sasaniyan de ji dayik bûye û ji "nijada mezin ya mîren asuriyan" bûye.[1] Dema Qerdax 25 salî bû, Şepûr II seredana dê û bavên wî kiriye û di bin bandora qeşengiya wî de maye. Wî Qardāgh wek walî ji bo herêmeke mezin li bakurê Îranê tayîn kiriye, li wir ew rastî Ebdişoyê (ܥܒܕܝܫܘܥ) hatiye û dînê xwe quliband xiristiyaniyê. Piştî vegerîna malê, Qerdax ji aliyê malbata wî ve hatiye redkirin û ji ber zextên mezinên dînî Şepûr cezaya li serê kevirbarandin daye wî.[2]

Qerdax li Hezewana Hewlerê hatiye defnkirin.[2]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Joel Walker (25 adar 2006). The Legend of Mar Qardāgh: Narrative and Christian Heroism in Late Antique Iraq. University of California Press. ISBN 978-0-520-93219-7.
  2. ^ a b Mār Qardāgh, St. Peter The Apostle Catholic Diocese for Chaldeans archived 2011-11-29.