Madhuri Dixit
Madhuri Dixit Nene (jdb. 15ê gulana 1967an, Mumbaî, Maharaştra, Hindistan), lîstikvan, hilberîner, danser, kesayetiya televîzyonê û hunermendê muzîka hindî ye. Madhuri Dixit heta niha 70 fîlmên Bollywoodê de derketiye pêş. Di salên 1990an û heta destpêka salên 2000î de yek ji lîstikvanên herî payebilind a Hindistanê bû. Dikşit, heft car di lîsteya navdariya Forbes Hindistanê de cih girt. Di sala 2008an de hikûmeta Hindistanê xelata Padma Şrî ku çarem şerefa herî bilind a sivîl a welat e, da Madhuri Dixit.
Madhuri Dixit Nene | |
---|---|
Navê rastî | Madhuri Dixit Nene |
Jidayikbûn | 15ê gulana 1967an (57 salî) |
Hevwelatî | Hindistan |
Pîşe | Aktrîs, hilberîner |
Salên çalak | 1984–niha |
Hevjîn | Shriram Madhav Nene (zw. 1999) |
Zarok | 2 |
biguhêre |
Jînenîgarî
biguhêreMadhuri Dixit, di 15ê gulana 1967an de li bajarê Mumbaî ji dayik bûye. Madurî, keça dêûbavê Şankar û Snehlata Dixit e. Malbata Madhuri bi eslê xwe kesên maratî ye. Du xwişkên wê yên mezin û birayek wê ya mezin heye.[1][2] Di sê saliya xwe de bi dansê re eleqedar bû, û heşt salan li Qeşakê dest bi perwerdebûnê dansê kir. Dema ku bû reqsvanê Kathak ê bi profesyonelî perwerdekirî bû.[3][4]
Li pey spekulasyona medyaya berfereh a bi salan li ser jiyana wê ya kesane, Dixit di 17ê çirî ya 1999an de, bi merasîmek kevneşopî ku li mala birayê xwe yê mezina li Kaliforniya Başûr hat li dar xistin, bi bijîjka cerraha dil, Shriram Madhav Nene re zewicî.[5][6] Nene, qet fîlmên wê nedîtibû, û haya wê ji statuya wê ya navdar tunebû.[7] Dikşit têkiliya wan wiha anî ziman, "Pir girîng bû ku wî min wekî lîstikvanek nedizanî ji ber ku wê gavê ew ê pêşî min wekî mirovekî normal nas dike. Gava ku mirovan mirovan wekî lîstikvanek dît, ew dem dibin xwediyê têgînên pêş-fikirîn. Tu fikrekê wiha bi wî re tunebû. Min kesê rast dît, min xwest bizewicim û ez zewicîm"[8]
Li pêy zewaca xwe Dixşit deh sal li Denver, Koloradoyê bicîh bû. Di çirîya 2011an de bi malbata xwe re vegeriya Mumbaiyê.[9] Dikşit derbarê vegerina xwe de got, "Ez her gav ji vir hez dikim. Ez Mumbaî, li vir mezin bûm ji ber vê yekê ev jimin re wekî vegera malê ye. Ew di jiyana min de qonaxek cûda bû, ku min dixwest bibim xwediyê xanî, malbat, mêr û zarok ... ev jiyan mîna tiştê ku min xewn dîtîye."[10] Di sala 2018an de, Dixşit û hevjîna xwe pargîdaniya RnM Moving Pictures damezrandin.[11]
Fîlmografî
biguhêreFîlm
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ^ "Madhuri Dixit, the queen of dance and expressions turns 47 today". India Today (bi îngilîzî).
- ^ {{Cite web|url=https://indianexpress.com/photos/entertainment-gallery/happy-birthday-madhuri-dixit-dhak-dhak-girl-turns-47/%7Ctitle=Happy Birthday Madhuri Dixit: ‘Dhak Dhak’ girl turns 48|date=2015-05-15|website=The Indian Express|language=en|access-date=|df=dmy-all
- ^ Rajan, Anjana (4 adar 2010). "Dance me no nonsense". The Hindu (bi Indian English). Roja gihiştinê 1 nîsan 2021.
- ^ "Madhuri's Ardent Admiration for Kathak". The Daily Star (bi îngilîzî). 26 sibat 2011.
- ^ "Heartbreak for millions as Indian film idol weds". the Guardian (bi îngilîzî). 8 çiriya paşîn 1999.
- ^ "Madhuri flashes charm- and Dr Nene on arm". web.archive.org. 19 hezîran 2010. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 19 hezîran 2010. Roja gihiştinê 1 nîsan 2021.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Rediff On The NeT: Hubby Hardly Knew Of Madhuri's Screen Life". m.rediff.com.
- ^ "Madhuri Dixit: I was happy being unknown in Denver". Rediff (bi îngilîzî).
- ^ "Finally! Madhuri Dixit is back in India | bollywood | Hindustan Times". web.archive.org. 7 sibat 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 sibat 2017.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Family is important to me, my priority is that: Madhuri Dixit - Indian Express". archive.indianexpress.com. Roja gihiştinê 1 nîsan 2021.
- ^ Panicker, Anahita (29 adar 2019). "Stories from the chawl: Madhuri Dixit turns producer". The Hindu (bi Indian English).
Girêdanên derve
biguhêre- Madhuri Dixit li ser IMDbê