Mîxaîlê Mezin ango Mîxaîlê Sûrî (bi suryankiya klasîk: ܡܺܝܟ݂ܳܐܝܶܠ ܣܽܘܪܝܳܝܳܐ Mīkhoʾēl Sūryoyo, m. 1199) ji sala 1166an heta 1199an patrîkekî Dêra Ortodoks a suryanî bû. Ew îro wekî nivîskarê Kronîkila serdema navîn a herî mezin tê zanîn, ku berhema xwe bi suryanî berhev kiriye. Materyalên têvel ên din, ku ji hêla wî ve hatine nivîsîn, heta niha zindî mane.

Mîxaîlê Mezin
Patrîkê Dêra Ortodoks a suryanî
Serwerî1166–1199
Yê pêşîAthanasius VII bar Qatra
Yê paşîAthanasius VIII
Jînenîgarî
Roja jidayikbûnê1126
Cihê jidayikbûnêMelitene
Mirin1199
Cihê mirinêMelitene

Jînenigarî biguhêre

Jiyana Mîxaîl ji hêla Bar Hebraeus ve hatiye tomarkirin.[1] Ew di sala 1126an de li Melitene (îro Meletî) hatiye dinê, kurê Metran Eliyayê (Elias) ji malbata Qindasi bû.[2] Apê wî, abonê Athanasius, di sala 1136an de li Anazarbusê Kîlîkyayê de bûye metranek. Ew di 7ê çiriya paşîn a 1199an de di şêst û sê saliya xwe de li manastira Bar Sauma miriye.[3]

Galerî biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Wright, Syriac Literature, p.250 f., referencing Bar Hebraeus, Chron. Eccl. vol. 1, p.575 f.
  2. ^ Wright, A short history of Syriac literature, p.250, n.4, referencing Bar Hebraeus, Chron. Eccles., vol. 1, 537.
  3. ^ Short History of Syriac Literature at Digitized by the Internet Archive