Mîrzayê Beq

çîrok

Mîrzayê Beq[1] (bi almanî:Der Froschkönig oder der eiserne Heinrich , bi wateya " Keyê Beq an jî Heinrichê hesinî ") çîrokeke almanî ye ji hêla Birayên Grimm hat berhev kirin û di sala 1812an de di Çîrokên Birayên Grimm de hate weşandin.Bi kevneşopî, ew yekem çîrok e di berhevoka wan ya zargotinî de.

Mîrzayê Beq li gorî Gerardus Johannes Bos

Naverok biguhêre

Dotmîrek dema dilîze topê xwe yê zêrîn davêje kaniyê û beqek jî alîkariya wê dike. Di vegerê de, ew neçar e ku soz bide ku ew bibe hevalê wî û firax û nivîna wê bi wî re parve bike.Gava ku ew top vedigere, ew diçe malê û beqê guneh di bîrê de ji bîr dike.Lê beq tê ber deriyê qesra key, û li ser banga bavê xwe, key, dotmîra bi bêdilî soza xwe digire.Divê maseya xwe bi beqê re parve bike. Lêbelê dema beq daxwaz dike ku ew wî bibe nav nivînên xwe, ew qas nefret dike ku beqê şil û kirêt davêje dîwêr. Di heman demê de beq dibe mîrzayek.Ew ji hêla caduyek be ve hatibû nifir kirin. Li gor wesiyeta bavê wê, ew keça key wek jina xwe di faytonê de dibe keyaniya wî.Di dema rêwîtiyê de, Heinrich, çokarê dilsoz ê keyê ciwan, ji şahiya filitandina efendiyê xwe, sê zincîrên hesin ên ku wî ("Heinrichê hesinî") gava ku efendiyê wî bû beq, ku dilê wî ji kederê neteqe li dora dilê wî kiribûn, bi dengekî bilind dike du perçe. Mîrza û dotmîr her û her bi bextewarî dijîn.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Mîrzayê Beq". YouTube. Roja gihiştinê 30 nîsan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)