Liaoning

Liaoning (çînî: 辽宁, "Liáoníng"), parêzgeheke li bakur rojhilatê Çînê ye. Parêzgeh di sala 1907an de di bin navê Fengtian (bi çînî: 奉天, Fèngtiān) de hate damezrandin, lê navê wê di 1929an de hate guhertin. Di bin rejima japonî ya Manchukuo de, navê parêzgehê paşta hate vegerandin, lê navê Liaoning di 1945an de dîsa hate lê kirin.

Liaoning parçeyê başûrê Mançurya ye ku bakurê rojhilatê Çînê pêk tîne.

Çemê Yalu sînorê parêzgehê, ya bi Korêya Bakur re, nîşan dide.

Rûerdê parêzgehê 145.900 km² ye, di 2012an de hejmara niştecîhan digihîje 43.900.000 kesî.

ÇavkanîBiguherîne

Malpera fermî ya Liaoning

Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a li ser Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.