Li gorî mijara xwe helbesta kurdî

Helbestên lîrîk : Ev helbest heyecanê ku ji dil tê bi zimanekî coşî tîne ziman. Helbestvanê her netewî ên berê berhemên xwe bi saz û tenburê dixwendin. Ji bo ku lîr jî tembureka bi têl e loma ji vî helbestî re, helbestê lîrîk hatiye gotin Hemu dengbêjê me yên ku berê kilam û sitranê xwe digotin dikevin vê sinifê. Dengbêjê me di van sitranê xwe de qala evînê, fîrqetê, hesret û bîrkirinê dikirin. Di edebîyata klasîk de şaîrên me jî, gelek berhemên vî curî dane. Ji vana ê herî mezin Feqiyê Teyran e.

Ey Dîlbera gerden zerî,
Way nazika dêm qemerî,
Qamet ji mûma fenerî,
Wêran ezim, malim xirab

Tarûmar kir can û cism e
Pisyar in cîran û xizme
Ev xizmet babet tilisme
Ay dilê min ay dilo

— Feqiyê Teyran

Helbestên pastoral: Di van şiîran de qala xweşikbuna tebîetê, dehl û daristanê, zozan, çiya, gund û jîyana şivanan û hesreta jîyana wan dike. Peyva pastoral tê maneya şivan û şivantîyê

Ji deng û gemara evan bajaran
Were em herin zozanan dîlber
Ji kîn û kerba evan dilsaran
Were em herin zozanan dîlber

Herin zozanan nav bexçê hêşîn
Li vêra tune bihar û havîn
Quncikê cinnetê ka wer tu bibîn
Were em herin zozanan dîlber

Li bin konê reş vexwin tasek av
Hênikin dil û cîger û hinav
Li pêy terşê xwe herin gav bi gav
Were em herin zozanan dîlber

Çîyayê Sîpanê ra em bibin mêvan
Serê xwe deynin ser tat û latan
Warê xecê ra bibên niştiman
Were em herin zozanan dîlber

— Fikrî Amedî

Helbestên dîdaktîk: Helbestên ku Ji bo fikrekî bi yekê bide qebulkirin, yajî di mijarekî de şîretan li yekî yajî derseka ehlakî jê derbixîne loma hatine nivîsandine

Di siyasetê de dil, hevalo, divê hesin be
Roj tê ku dijminê te dost û dostê te dijmin be

Zeman bêjenga bê eman, çi bibe çi bihêle
Kî zane, hêjaya te îro zêr, sibe risin be

— Kemal Burkay

Helbestên epîk: Ev helbestanan mijara wan şer, meranî û mêrxasî û welatparêzî ye. Carnan buyereka dîrokî yajî mirovekî ku ji dîrokê re buye mal bi zimanekî coş tîne îfadekirin.

Bipirs ji gel, ji ciwan û pîr î
Kê li we kir hikarî, dilgîrî

Wê ev be herdem bersiva Kurdan:
Serokê pêşmêr û şêrê Barzan

Lew re diçin ber gora navdayî
Dibêjin şahê me Kurdan tuyî

Bila carek ji nû serî hilda
Dîroka xebata xwe xeber da

Hezar şêrên di wek kak Mesûd
Bi hilma navê wî dibin xweşnûd

Bi meh û salan li çiyan mayî
Da Kurd bigihin jîna azayî

Pişta wî Idrîs bavê Nêçîrvan
Iro serbilinde gelê Kurd bi wan

Serî rake, carek, di gorê da
Di şal, şepikên xwe yên kurdî da

— Cankurd

Helbestên satîrîk: Helbestên ku kêmasiya civak û mirovan hicv dike û wan dide ber keviran e.

Bese fesadiyê neko!
Beko dewa çi li me diko?
Xwedê malê xirab biko.
Beko bû fesadê dunê,
Çi-dxwaze ji me, Mem û Zînê?
Kurro-m evîndarê hev in!
Xwedê çavê te birijîne!

— M. Nûreddîn Yekta

Li cîkî sore li cîkî jî zer
Carna dibe hesp carna dibe ker
Wek tava biharê tim diguher
Alem guherand nano tirşikçî

Carna zirnecî carna gewende
Bi dengê defê dibe govende
Bi kêf û sefa xweşî û zînde
Kêf û şahiyê dike tirşikçî

— Fikrî Amedî

Helbestên dramatîk: Di civakê de buyerên bi êş û keder, bi kul û xem tîne ziman. Di vê mijarê de helbestvaniya kurdî pirr dewlemend e. Ji bona ku em di nava derd û bîrînan da ne û bindestin di vê mijarê de bê hejmar helbest hatiye nivîsandin.

Tîp û lekên kurd ketin zinaran
Li hawîr bumba bû gullebaran
Êrîş dibin der komên neyaran
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Şev ta sipîdê me nîne qet xew
Cihan li ber me dibîte rew - rew
Nêrkew nexwenî, çi bêî mêkew ?
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

— Cegerxwîn

Helbestên zarokan: Di van şiîran de qala mijarên taybet bi zimanek taybet bi zarokan dike.

Wenda bûye mîrîyek
Li bazara mala me
Hinek li pêy digerin
Li balkun û hala me

Mîrî bilez berhev bûn
Wendayî peyda kirin
Alî kirin bi hev re
Dê û bavê wî şa kirin

— Yehya Elewîferd

Çavkanî biguhêre