Li ezmanan hezkirin (albûm)

Li ezmana hezkirin, navê albûma Şêxo ye. Aranjorên wê jî Şêxo, Soner Akalin û Ozan Emrah Aksoy in. Albûm ji yanzdeh kilaman pêkhatiye, ji wan çar klamên wî tirkî, yên din jî kurdî ne.

Di vê albûmê da jî Şêxo, wek mîna albûmên xwe yên berê cîh daye çar şiêrê mamostayê Cegerxwin. Ew şiêr jî "Şêrînê", "Nizanim", "Xebur" û "Şoreş" in.

Ji yên Tirkî jî kilamek ji Aşiq Melulî girtîye û navê wê jî "Ne Mutlu" ye. Gotinên kilamên din û muzikên hemû klaman yên Şêxo bi xwe ne.

Ji hemû kilaman ya yekemîn, ya ku navê xwe daye albûmê "Li ezmanan hezkirin" bala mirovan dikşîne.

Dema ku min albûm dît û navê wî xwend ji xwe ji xwe ra got:

Çima, li ezmana hezkirin, gelo jêr têra Şêxo nake ku ji bo hezkirinê diçe ezmana. Lê kingê ku min pirsên wî klamê xwend, hêdî hêdî Şêxo fêm kir ku wî çima navê albumê wusa lêkirîye.

Hezkirina ku Şêxo di vê şiêrê da tarîf dike û tîne ziman, bi rastî ew li rû dinê ne mimkune ku mirov jê tam bike. Gorî Şêxo sebebê wê çîye, ez nizanim.

Lê gorî raya xwe dikarim bêjim; ji dirutî û dijminatiya mirovan, têkîliyên mirovatiyê jî roj bi roj qirêj dibe. Ev têkiliyên qirêj jî, ji bo jîyenek bê hezkirin, bi serê xwe tenê bes in.

Ji ber vê yekê jî Şêxo, bi kilam û stranên xwe, bi melodiyên xwe banga jîyanek nu, jîyana ku li ser hîmê hezkirin û mirovatiyê bilind dibe, dike û wuha dibê je:

" bira hezkirin ji dil be hezkirin bira ji dil be

mîna kevir û daran puc nebe ax û ava jîyanê be

mîna kulilkan rengareng be ji berf û baranê paktir be

ji hîv û rojê ronahîtir be bi eşqa mirovatiyê be

bi navê Xwedê jorin be Bîr û baweriya te be..."