Lekistan navê gundistaneke li navçeya Salmasê (Dilmaqan) ya parêzgeha Azerbaycana Rojavayê ye. Ev gundistan (nahiye) ji 15 gundan pêk tê. Navê xwe ji êla lek girtiyê, ya ku di sedsala 18'emîn de li vê herêmê hatiye akincîhkirin. Niha piraniya lekan ên ku di wê demê de li vira hatina bicîhkirin asîmîle bûne û bi zimanê azerî ve diaxivin.