Kubîzm bizaveke wêjeyî û wênesaziyê ye. Kubîzm, yekem car wekî fêrgeheke şêwekarî û peykertiraşiyê, li destpêka çerxa 20î peyda bûye. Di vê hunerê de babetên tabloyan bi şêweya endazeyî, bê berçavgirtina ketwarî dihate çêkirin. Kubîztan zêdebarî cextkirina şêweya razber (tecrîdî) li ser kîstên elementên din ku şeşpalo (muke'ebat) û şêweyên mexrutî yên di nav hev de derbasbûyî, zelal bikar dianan.

Ev şêwaz ji alîyê Pablo Picasso (1881- 1973) û Corc Birakî (1881-1963) ve li Parîsê, di navbera salên 1907-1914 hatiye bikaranîn û tabloya "Delalîkên/Xanimên Avinyonê" bi Franseyî - Les Demoiselles d'Avignon- ya Pîkasoyî bi yekem bizava Kubîzmê tête hijmartin.

Kubîzm di hunera şêwekariyê da eqlaniyet bû, ew rolê ku hest û giyan di Empresyonîzm û Fovîzmê û hunera Derbirînxwaziyê da didît, di Kubîzmê da eql dihate dîtin.

Giyom Epolînêr (1881-1918) yekem hozanvan bû ku di biyavê wêjeyî da berî şerê cîhanê yê yekem ev bizav aniye nava edebiyatê da.[1]

Di sedsala 20an de li Fransayê wekî bizaveke wênesaziyê derdikeve holê, dûv re bandora xwe li wêjeyê jî dike. Di hêla Pablo Picasso de gelekî pêşve diçe. Li gorî hunermendên kubîst, mirov divê dinyayê baş bişopînin û wê baş nas bikin. Dixwazin ku têbigihine wateya bûyerên biçûk û di wan bûyeran de dixwazin ji tiştên xuyayî zêdetir tiştên veşartî bibînin û derbixine holê. Kubîstan zêde giringî nedane teşeyê û ji wê dûr dikevin. Bala xwe li ser tiştên nû re vekirî dihêlin.

Hinek nivîskarên bijarte yên bizava kubîzmê

biguhêre

Apollinaire (1880-1918), Max Jacob (1876-1944), Jean Cocteau, Blaise Cendrars.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Erşed Hîto...Dadayîzm di hozana nûxwaza Kurdî da