Kovara hunerî ya sînemayê Temaşe weke kovareke nû hejmara xwe ya yekem derxist.

Di weşangeriya kurdî de kovara Temaşe jî cihê xwe girt. Temaşe kovareke hunerî ya sînemayê ye û hejmara xwe ya yekem weke e-kovar derxist.

Temaşe wê li ser sînemaya cîhanê û sînemaya kurdî xebatên xwe pêk bîne. Edîtoryaya Temaşeyê armanca kovarê weke ku him derbarê sînemaya cîhanê û him jî li ser sînemaya kurd de agahî bidin, bidin naskirin pênase dikin.

Her wiha edîtoryaya Temaşeyê, girîng dibînin û dixwazin bi hemû zaravayên kurdî nivîs, gotar û analîzên li ser sînemayê di kovar de cih bigirin.

Di hejmara yekem a Temaşeyê de gelek cure nîvis, gotar û analîz cî girtine.

Yên ku bixwazin dikarin ji vê lînka jêr xwe bigihênin kovara Temaşeyê

http://www.kovaratemase.com/ Girêdana arşîvê 2020-11-01 li ser Wayback Machine