Kopişkara Mezin a Hadronê

Kopişkara Mezin a Hadronê, tûşîkara mezin a Hadronê (LHC, bi Îngilîzî: "Large Hadron Collider") navê projeyeke fîzîkî ya CERN e ye ku ji sala 2008'ê destpêkiriye.

Tunela LHCê

Di sînorê Fransa û Swîsreyê de, 100 m li binê erdê tunela LEP heye ku 27 km dirêj e. Li vir LHC proton û îyonan dertîne nêzîkî hêza tîrêjê û paşê jî wan dikopişîne (tûşîhevtîne, li hev dixe).LHC, protonên bi enerjiya 450 GeV a ji SPSê digire, dertîne 7000 GeV (an jî 7 TeV). Ji bo qevdên protonan berevajî bibin, kehrebarên (kişanek, manyet, miknetîs) raguhêzbar tên bikaranîn. Ji bo manyet gihîner bibin, heya -271 pileyê tên cemidandin. Qevdên protonan bi lezgîniya 40 MHzê de tên kopişandin, ji kopişînê enerjiya 14 TeV rûdide.