Konferansa Pugwash

Rêxistineke navneteweyî

Sala 1957, Cyrus Eaton li bajarê Pugwash a ku li Kanadayê ye konferansek bi navê Conferences on Science and World Affairs bo pêşîlêgirtina bipêşketina çekên atomî lidardixe û wê wekî saziyekê birêxistin dike. Îro birêvebirê vê saziyê, piştî 50 salî, Józef Rotblat e.

Konferansa Pugwash
41°53′36″Bk 12°28′01″Rh / 41.893267°Bk 12.466832°Rh / 41.893267; 12.466832
Dema avabûnê
  • 1957 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
Malperpugwash.org/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Thinker’s Lodge Pugwash (2011)

Konferans bo parastina mafên bidestxistî yên mirovahiyê, tunekirin an kêmkirina çekên atomî yên heyî, pêşîlêgirtina çareseriya bi çekan a nakokiyan, nerewakirina teknîkên di hilberîna çekan de tên bikaranîn, ewlehiya gerdûnî, birêxistinkirina têkiliyên zanistên aştîxwaz û biberkirina konferansê têdikoşe.

Sala 1995'î li ser navê vê saziyê Józef Rotblat, piştî 50emîn salvegera komkujiya atomî ya Hîroşîma û Nagazakî Xelata Nobel a aşitiyê werdigire. Konferansê di sala 1963'î de peymana bidawîanîna (qedexekirina) çekên atomî morkiribû (daxkiribû, îmzekiribû).