Kolik, Adiyeman
Kolik (bi tirkî: Kahta) yek ji navçeyên Semsûrê ye. Gorî hejmartinên sala 2000´î hejmara niştecihên navendê 60.700 û bi tevî gundan jî 115.000 e. Rûerdê xwe 1.854 km² ye. Navçe 30 km li rojhilatê Semsûrê ye. 3 şaredarî, 4 nehiye, 84 gund û 115 mezre girêdayî navçeyê ne. Di sala 1954´î de bi Semsûrê ve hatiye girêdan. Li bakûre navçeyê girê navdar Nemrûd heye. Unesco yê ev gir kirîye nav lîsteya mîrasa cîhanê. Her sal bi hezaran mirov ji ciye cûda yê cihanê û bajarên din yê Tirkîye û Kurdîstanê ji bo temaşekirina rojhildanê, rojavayê û peykerên devasa tên bajêr.
Navçeya Kolikê Kahta | |
![]() | |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Adiyeman |
Serbajar | Kolik |
Hejmara nahiyan | 4 nahiye |
Hejmara bajarokan | 3 bajarok |
Hejmara gundan | 83 gund |
Gelhe (2009) | 116.749[1] kes |
Rûerd | 1.488[2] km2 |
Berbelavî | 78,46 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2009) | 61.243 kes |
Koordînat | 37°47′4″Bk 38°37′15″Rh / 37.78444°Bk 38.62083°Rh |
Bilindayî | 710 m |
Koda postayê | 02400 |
Koda telefonê | (+90) 416 |
Dîroka herêmê wekî ya Kurdistanê ye. Aborî piranî li ser çandiniyê ye. Çandiniya behîv, nîsk, ceh, genim, nok, pembo, lazût, kuncî, titûn tê kirin. Herwekî xwedîkirina ajalan û karê mêşhingivê jî heye. Li navçeyê fabrîka tekstîl û keramîk heye mixabin hilberîn kêm e û gelê herêmê xizan e. Li herêmê lêgerînên petrolê û çend jî bîrên petrolê hene. Gel gilîdar e ku li kargehên petrolê tenê Tirkên ku ji rojavayê Tirkiyê didin xebitandin. Ango Kurdan nadin xebitandin.
biguhêre
- Osman Sebrî, li gundê Narince ji dayîk bûye.
- Elqextewî, yek ji zanayên Îslamê[çavkanî hewce ye]
- Samî Tan, Zimannas
- Mehmet Metiner, siyasetmedar
Gundên Kolîkê biguhêre
Gundên Kolîkê yên navdar vana ne: Menzîl, Hecerî, Alût, Çiralîk, Hemzeyin, Bîheze, Beraziye, Markîk, Sîhake, Kûmîr, Alûtamîn, Terpal, Kilîsk, Keftîre (Kefîrme), Şamîk, Narînce, Çalçaviye, Qeraş, Zeytûn, Bîldiyan, Galaro, Salmût (va gundê Semsûrê), Momaciya, Kugalo û Mîlke.
Çavkanî biguhêre
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |