Kolaj (ji zimanê fransî Collage tê wateya tiştên pevre zeliqandî, coller, zeliqandin), teknîkeke bi taybetî di hunerên dîtbarî de ye.

Kolajeke bi navê Nostaljî (Bêrî), ji parçeyên wêne û rûpelên pirtûkan hatiye çêkirin

Di berhemên bi vî awayî de hunermend hin tiştên wekî kaxiz, parçeyên berhemên din û materyalên cûrbecûr dibire û li ser rûyê berhemê ve bi şîrêzê dizeliqîne.

Navê collage di destpêka sedsala 20'an de ji aliyê hunermendên Georges Braque û Pablo Picasso ve hatiye bikaranîn û bi vî awayî wekî şêweyeke di hunera nûjen de hatiye pejirandin.

Çend teknîkên din ên kolajane yên ku di hunerê de tên bikaranîn ev in: dekûpaj, fotomontaj, kolaja dîjîtal, eKolaj (kolaja elektronîk) û hwd.

Çavkanî biguhêre