Kiyat

Gundekî Gevera Hekariyê

Kiyat (bi tirkî: Ünlüce Köyü) gundek e navçeya Geverê ye.

Havîna wê bi taybetî jî di meha tebaxê wextê genim dirûnê de pirr germ e. Zivistana wê jî bahoz û berf e.

Ciyên vê yên navdar bernexşîn, kelawoçik, nêhêl, qurezevan hwd. Berê li gund gelek kesan pez xwedî dikir lê dûv re ji ber pevçûnên li welêt pêkdihatin, dev ji vî karî berdan. Piştre pezê xwe firotin û dest bi karê koricîtiyê/cerdevanî kirin. Nifûsê gund her ku diçe zêdetir dibe bi taybetî jî nifûsê wê yê ciwan û bêkar gelek e. Ji ber vê ciwan hemû ber bi Stenbolê ve diçin.